HUDA PAR problemên karkerên teşeron bi Midûrê Herêmê yê Neftên Tirkîyê re axivî

HUDA PAR problemên karkerên teşeron bi Midûrê Herêmê yê Neftên Tirkîyê re axivî

Serokê Bajêra Êlihê yê HUDA PARê Davut Şahîn û heyeta pê re zehmetî û problemên karkerên taşeron ên ku ditirisin ji kar bên derxistin bi Midûrê Herêmê yê Êlihê yê Neftên Tirkîyê re axivî.

Di ziyareta ku hat kirin de Şahîn derd û kul û metirsîyên karkeran ji Midûrê Herêmê yê Êlihê yê Neftên Tirkîyê Mustafa Demîr re vegot û jê xwest ku peymanên karkeran bê dirêjkirin û ji wezîfê neyên derxistin.

Şahîn piştî hevdîtina ku hat kirin re destînîşan kir ew ê bibin taqîbkarên vê meselê û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Karkerên ku di Neftên Petrolê de wek taşeron dixebitin serî li me dan, derdê xwe ji me re gotin û xwestin ku em ji wan re di vî warî de bibin destek û piştevan. 63 karkerên ku di vê beşê de şofêrtîyê dikin ji me re gotin ku ew ditirsin ku peymana wan neyê dirêjkirin ku rastîyeke wisa jî heye. Tê gotin ew ê ji van karkeran bes peymana 30 kesan bê dirêjkirin.”

 “Dikarin wan li qadên cuda de bidin xebitandin”

Şahîn di berdewama axavtina xwe de diyar kir dikarin karkeran di qadên din de jî bidin xebitandin û dû re weha li axavtina xwe zêde kir: “Em dixwazin peymana van birayên me yên ku bi salan di vî karî de dixebitin bê dirêjkirin. Keda van însanan li vê derê heye, dikarin karkeran di qadên din de jî bidin xebitandin û bi vî awayî dikarin peymanên wan dirêj bikin. Tewsîyeya me ev e. Di bergeha vê yekê bo em bibin dengê karkarên xwe me Midûrtîya Herêmê ya Neftên Tirkîyê ziyaret kir. Ji xwe Midûrê Herêmê yê Êlihê yê Neftên Tirkîyê Mustafa Demîr Beg bi xwe jî terefdar e peymanên karkeran bê dirêjkirin.”

Şahîn di dawîya axavtina xwe de diyar kir ji bo ev birayên me ji karên xwe nebin ew ê her tim destekê bidin wan û çi ji destên wan be ew ê bo wan bike.(ÎLKHA)










 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.