1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. HUDA PAR qebrên şehîdên 15ê Tîrmehê ziyaret kir
HUDA PAR qebrên şehîdên 15ê Tîrmehê ziyaret kir

HUDA PAR qebrên şehîdên 15ê Tîrmehê ziyaret kir

HUDA PAR li Stenbolê qebrên şehîdên 15ê Tîrmehê û malbatên wan ziyaret kir.

A+A-

Heyeta HUDA PARê  ewil malbata Erdem Dîkerê  ku di 15ê Tîrmehê de li nêzî Balafirgeha Sabîha Gokçen hatibû şehîdkirin li kargeha wan ziyaret kir. Heyet ji teref birayên Dîker ve hat pêşîwazîkirin. Di dema ziyareta ku hat kirin de Elvan Dîkerê ku birayê Erdem Dîker e qala şeva 15ê Tîrmehê kir.

Heyeta ku sersaxbûnê da malbatê dû re çû ziyareta malbata Mehmet Karaaslanê ku di 15ê Tîrmehê de li ser Pira Şehîdên 15ê Tîrmehê şehîd bûye. Heyet  ji teref law û kekê Karaaslan ve hat pêşîwazkirin.

Piştî ziyaretên ku li malbatan hatin kirin re heyeta HUDA PARê derbasî Qebristan  Şehîdên 15ê Tîrmehê ya li Edîrnekapiyê bûn.

Piştî diayên ku li vê derê hatin kirin re Arîkarê Serokê Giştî yê  HUDA PARê Erdal Elîbuyuk  nirxandinan  kir. Elîbuyuk di nirxandinên ku kir de şehadeta temamê şehîdên ku di 15ê Tîrmehê de şehîd bûne tebrîk kir û ji gaziyan re şifa û ji malbatên tevan re jî sebir teleb kir.

Elîbuyuk di berdewama axavtina xwe de diyar kir  ew teşebûsa 15ê Tîrmehê telîn dikin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Me hewil da malbatên şehîd û xaziyên tenê nehêlin.  Em bi derdên wan re xemgîn bûn û me jî bi wan re êş û elem kişand. Înşallah ev millet cardin li rasta tiştên wisa ne ye. 15ê Tîrmehê harekata îşxalê ya welêt bû."

ÎLKHA

















Bu haber toplam 347 defa okunmuştur

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.