HUDA PAR: Qetlîama li Helebceyê wek qetlîam û qirkirina ku li Xezzeyê ye bû

HUDA PAR: Qetlîama li Helebceyê wek qetlîam û qirkirina ku li Xezzeyê ye bû

Navenda Giştî yê HUDA PARê bi minasebeta salvegera 36emîn a Qetlîama Helebceyê daxuyanîyekî niviskî belav kir, di daxuyanîyaê de bal hat kişandin Qetlîama Helebceyê wek qetlîam û qirkirina ku îro li Xezzeyê tê kirin bû.

Di qirkirina ku di 16ê Adara 1988an de ji teref Baasvan Seddam Huseyîn ve li dijî xelkê Kurd hatibû lidarxistin de 5 hezar însan hatin qetilkirin. Digel derbasbûna 36 salan ev qetlîam nehat jibîrkirin.

HUDA PARê bal kişand qirkirina ku li Helebceyê hatîye kirin îro li Xezzeyê li dijî xelkê Misilman tê kirin, diyar kirin ku ew ê vê qetlîama ku hatîye kirin jibîrva nekin.

Di daxuyanîyê de weha hat gotin:

“Qetlîama Helebceyê tenê navê yek ji qetlîam û qirkirinên ku li dijî Kurdên Misilman têne kirin yek e.

Yên ku di 1988an de li Helebceyê pêk hatibû wek qetlîam û qirkirina ku îro li Xezzeyê tê kirin bû. Çiqas jî qetlîam bi destê Seddam Huseyîn hatibe kirin jî esil faîlê vê bûyerê Emrîqa û Ewrupaya ku xwedîyê çekê kîmyasal in.

Ji ser ev qetlîam û qirkirina ku li dijî xelkê Kurdê Misilman hatîye kirin 36 sal derbas bûn. Me Qetlîama Helebceyê ku 5 hezar xûşk û birayên me yên Kurdên Misilman hatibûn şehîdkirin bîrva nekir û em ê bîrva jî nekin.

Em şehîdên xwe yên Helebceyê bi rehmet yad dikin.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.