HUDA PARê rojeva Tirkîye û dinyayê nirxand

HUDA PARê rojeva Tirkîye û dinyayê nirxand

HUDA PARê ve derbarê qerara Dadgeha Bilind a derheqê hîcabê, projeya bila tu mekteb bê mescîd nemînin, penaberên ku ji ber sermayê jiyana xwe ji dest dan, zilma Çînê ya li Tirkistana Rojhilat, qerarên îdamê yên li Misirêde daxuyanî belav kir.

Ji teref Navenda Giştî ya HUDA PARê ve derbarê qerara Dadgeha Bilind a derheqê hîcabê, projeya bila tu mekteb bê mescîd nemînin, penaberên ku ji ber sermayê jiyana xwe ji dest dan, zilma Çînê ya li Tirkistana Rojhilat, qerarên îdamê yên li Misirê û hevdîtinên aştîyê yên Yemenê de nirxandin hat kirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de ji mutaalaya ku ji teref dozgerê Dadgeha Bilind ve derbarê hîcaba li TSKyê de hatiye amadekirin re bertek hat nîşandan û derbarê mijarê de wiha gotin: “ Bi guhertina ku di 22.02.2017an de ji teref Wezareta Parastina Neteweyî ve hat kirin re ew qedexeya hîcabê ya li hêzên çekdar hat rakirin. Lê dozgerê Dadgeha Bilind îddîa kir ku rakirina qedexê weke dijberîya laîktîyê ye ku ev yek bi xwe jî nîşan dide ku pergala li Tirkîyê ya mewcûd heêj bi nirxên xelkê re lihev nake û nîşan dide ku ew zihniyeta qedexeker û despot a 28ê Sibata ku dihat gotin “dê hezar sal berdewam bike” xelas nebû û hêj heye.”

 “Pêwîst e hikûmet wan sepanên divê bi bawerî û nirxên xelkê re lihev bin têxe bin ewlehîya makeqanûnî”

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin ji ber ku hikûmet wan sepanên divê bi bawerî û nirxên xelkê re lihev bin tênaxe bin ewlehîya makeqanûnî wê zihnîyeta qedexeker dide hereketkirin û dû re wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: “ Rêzikname di hiqûqê de xeleka herî zeîf e. Ji ber ku hikûmet wan sepanên divê bi bawerî û nirxên xelkê re lihev bin tênaxe bin ewlehîya makeqanûnî, ji ber ku dema rêziknameyên demkî û îqtîdar tên guhartin ev yek  wê zihnîyeta qedexeker dide hereketkirin û heta ku ev yek wisa bê dê ew zihniyeta qedexeker dê ji bo azadî bên qedexekirin gavan bavêje.”

 “Pêwîst e Tirkîye li dijî wê zilma ku li Tirkistana Rojhilat tê sepandin sazîyên navneteweyî bide hereketkirin”

Di berdewama daxuyanîyê de qala wehşeta ku ji teref Çîna komunîst ve li Tirkistana Rojhilat tê kirin hat kirin û dû re wiha hat gotin: “  Dewleta Çînê ev bi salan e ku li Tirkistana Rojhilat Mislimanên Uygur asîmîle dike, mudaxeleya bingeha wan a malbatî dike, masûniyeta meskenê îhlal dike, hewl dide li ser mal û kargehên wan tahakkumê deyne û îbadetên wan qedexe dike ku ev terora dewleta Çînê hêj berdewam dike. Gelek kesên ku bi sûcên bêbingeh tên sûcdarkirin di kamp û zindanan de di bin îşkenceyan de tên kuştin û êrîşên zalimane tê kirin li ser xwepêşanên aştîyane. Ev rewşa heyî ji teref gelek dewletî ve nayê dîtin û li Tirkîyê ji teref otorîteya sîyasî ve qet qala wê jî nayê kirin.  Serokwezîrê berê Bînalî Yildirim di ziyareta ku li herêmê kir de digel ku temamê delîlan wek rojên aşkere bin jî qala ehemîyeta yekîtîya axa Çînê kir û destnîşan kir ger Mislimanên Uygur tevlî sûcê bibin ew ê bi şikleke erênî li vê yekê nenêrin. Ev daxuyanîya Yildirim wicdanan birîndar kiriye. Ew kesên ku bi şîara edaletê hereket dikin divê tu pêwendîyên stratejîk ji heyata însên muhîmtir nebînin û divê li hember temamê neheqîyan bi şiklekî fiilî bertek nîşan bide. Pêwîst e Tirkîye li dijî wê zilma ku li Tirkistana Rojhilat tê sepandin sazîyên navneteweyî bide hereketkirin û bo vê yekê gavên pêwîst jî demildest bavêje.”

Di berdewama daxuyanîyê de derheqê qerarên îdamê yên li Misirê de jî hat diyarkirin li Misirê ji teref mehkemeya darbeker ve cezayên îdamê yên ku ji  9 endamên Îxwanê re hatibû dayîn hat tesdîqkirin ku ew darbekerên leşkerî yên  ku bi desteka Xerbê û welatên herêmê yên hevkar darbê li birêveberîya meşrû û bijartî ya Misirê kirin bi hezaran kesên bêsûc û bêguneh û bêyî delîlan di bin şert û mercên giran û nebaş de di zindanan de tên girtin.

Di berdewama daxuyanîyê de qala wan hevdîtinên aştîyê yên ku li Swêdê bo Yemenê tên kirin de hat diyarkirin “Bo çareserîya problema Yemenê li Swêdê hevdîtin tên kirin û çareserî li wê derê tê lêgerîn ku ev yek halê perîşan a alema Îslamê dide ber çavan.”

Bo temamê metna daxuyanîya ku ji teref HUDA PARê ve derbarê rojeva hundir û derve de hatiye kirin bitikenin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.