HUDA PARê esnafê Hênê ziyaret kir

HUDA PARê esnafê Hênê ziyaret kir

DİYARBEKİR - Serokê Bajarê Diyarbekirê yê HUDA PARê Şeyhmus Tanrikulu û lijneya pê re esnafê Hêniyê ziyaret kirin û guhdariya pirsgirêkên wan kirin.

Serokê Bajarê Diyarbekirê yê HUDA PARê Şeyhmus Tanrikulu, Alîkarên Serokê Bajarê û lijneya pê re esnafê Hêniyê ziyaret kirin û guhdariya pirsgirêkên wan kirin.

Esnaf dest nîşan kir ji ber pevçûnên di nabeyna rêxistin û dewletê de ew wek esnaf gelek mexdûr bûne. Dûvre wan pirsgirêkên xwe ji HUDA PARê re belav kirin.

Esnaf diyar kir ji ber ku PKK şer kişand nav bajaran, çal veda û berîqet saz kir ew gelek mexdûr bûne. Her wiha wan diyar kirin ku di derbarê pêşgiriya vî yekê de kêmasiya dewletê hebûye û dewlet di heman wextê de midaxala vî yekê nekiriye.

Esnafên ku qala pêvajoya çareseriyê kirin destnîşan kirin ku di vî pêvajoyê de PKK çek embar kiriye û xort bûye. Dewlet ji midaxala vî yekê nekiriye. Di encama vî yekê de jî gel dûçarê zirara madî û manewî bûye. Wan wek esnaf diyar kirin ji bo ku ev pirsgorêk were çareserkirin çi hewce dike ji teref dewletê ve were kirin.

Di ziyaretê de Serokê Giştî yê HUDA PARê Şeyhmus Tanrikulu ragihand bêguman di vî pêvajoyê de mexûriyeta herî mezin gel dît. Wek kesên ku vî yekê pêk aniye kesên ku deng ji vî yekê re dernexistiye jî sûcdar e.

Dûvre Tanrikulu axavtina xwe wiha domand: “Dewlet misade da rêxistinê ku ew wiha xort bû û bû xwedî çek. Lewra pêvajoya ku wek pêvajoya çareseriyê dihat dîtin bû faturekî giran û gel mexdûr kir. Belê. Wekê kum in got. Ev pêvajoya ku li herêmê dihat rêvebirin bû faturekî giran û gel mexdûr kir. Wek HUDA PAR me çendîn bar vî mijarê anî ziman ku ev yek gel mexdûr kiriye. Lê ji vî yekê re dengê xwe dernaxistin. Ez ji vir carekî din jî dibêjim; divê Tirk divê Kurd kî zalim dibe bila bibe ferq nake. Kesên ku idîa dikirin ku mezlûmê doh bûne em niha dibînin ku zalime îro ne. Divê ku gelê me vî yekê bibîne û piştgirî nede vî yekê.”

Dûvre Tanrikulu û lijneya pê re çûn Serokatiya Navçeya Hênê ya HUDA PARê a ku nû vebûye û li wir bi partiyiyan re hat cem hev. (ÎLKHA)

 
















 

 


 



 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler