HUDA PARê goristana şehîdên 15ê Tîrmehê zîyaret kir

HUDA PARê goristana şehîdên 15ê Tîrmehê zîyaret kir

Serokbajarê HUDA PARê yê Stenbolê Erdal Elîbuyuk, goristana şehîdên 15ê Tîrmehê yên ku di teşebusa darbeya bi piştgirîya Ameîka hat kirin de şehîdbûbûn zîyaret kir.

Serokbajarê HUDA PARê yê Stenbolê Erdal Elîbuyuk, dema goristana şehîdên 15ê Tîrmehê zîyaret kir îfade kir ku ev darbeya bi piştgirîya Amerîka li hember yekîtî û biratîya miletê me hat kirin.

Elîbuyuk û heyeta pê re goristana şehîdên 15ê Tîrmehê ziyaret kir û li ser goristanên wan dia kir.

“Lazim e ruhê 15ê Tîrmehê bê jiyandin”

Elîbuyuk, îfade kir ku têkvebirana darbeyê bi yekîtî û biratîya mimkun bû.

Elîbuyuk, di berdewama axavtina xwe de wiha got, “Em 15ê Tîrmehê wiha bi nav dikin; Darbeya 15ê Tîrmehê ne tenê teşebusa darbeyekê bû, ew daxwazek îşxalê bû. Daxwaza darbeyê li ber îşxalê sivik û mehsûm dimîne. Hemd ji Xwedê re milet bi yekîtî û biratîyê darbe têkve bir. Divê ruhê 15ê Tîrmehê bê jiyandin. Lewra li memleketê me gelek darbe hat çêkirin, lê belê cara yekem wek gel tev bi hevra li hember darbeyê sekinîn. 15ê Tîrmehê zîrveya vê yekê ye.”

“Ev milet li welat, bawerî û biratîya xwe xwedî derket û derket kolanan”

Elîbuyuk, di dawîya axavtina xwe de îfade kir ku hin qezencên vê darbeyê çêbûn û wiha dawî li axavtina xwe dawî anî: “Ev ruh li gor min tu ferqa wê ji ruhê Çanakkale tuneye. Ev micadela xelasîyê ye. Divê li hember vî ruhî sadiq bê mayîn. Lê belê ez vê yekê bi xemgînî dikarim bibêjin piştî teşebûsa 15ê Tîrmehê kesên li hember darbeyê sekinîn û derketin kolanan kesên şehîd bûn bi hin gotinan heba tê kirin. Ev milet ji bo welatê xwe ji bo miletê xwe, ji bo bawerîya xwe û ji bo biratîya xwe derketin kolanan.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler