HUDA PARê ji bo “bijartina zimanê dayîkê” ya dersên hilbijartinê bang kir!

HUDA PARê ji bo “bijartina zimanê dayîkê” ya dersên hilbijartinê bang kir!

Berdevkê HUDA PARê Yunus Emîroglu, bang kir ku bila dersên bijarte yên Kurmancî û Zazakî werin hilbijartin, wî derheqê muhîmtîya perwerdehîya bi zimanê dayîkê de balan kişand.

Emîroglu destnîşan kir ku ziman li ser nirxên çandî yê civakê tesîrekî baş dihêle, ji ber vê yekê derheqê muhîmtîya Kurmancî û Zazakî de balan kişand.

Emîroglu, “Xelkê me yê biezîz û birûmet! Miletekî ku zimanê xwe nade jîyandin, ew mehkûme ku hebo hebo nirxên xwe winda bike û tune bibe. Heta ku em zimanê xwe nedin jîyankirin em ê ji sibe rojê xwe re nikarin di nav ewlehîyê de binhêrin. Zimanên me ne wesitayên ku me cuda dikin in; zimanê me wesîteya naskirin û li hev kirina me ya ji hev re ye.”

Emîroglu destnîşan kir ku divê di dibistana navîn de dersên bijarte yên Kurmancî û Zazakî werin tercîhkirin, “Zimanên me ji ber ku nayên axavtin û ji neslên pêş ve nayên neqilkirin roj bi roj winda dibin. Di nav dersên bijarte yên ku di dibistana navîn de têne xwendin de dersên zimanê Kurmancî û Zazakî jî hene. Bijartina van dersên zimanê Kurmancî û Zazakî, di hînbûna zimanê dayîkê yê zarokên me de firsedekî mezin e.”

Emîroglu ragihand ku dersên bijarte di 12ê Sibatê de wê dawî bibe, divê hejmarê xwendekarên ku sala parîn 20 hezar kes dersên Kurmancî û Zazakî bijartibûn vê salê 100 hezarî derbas bike.

Berdevkê HUDA PARê Yunus Emîroglu derheqê muhîmtîya Kurmancî û Zazakî de balan kişand û di dawîya axavtina xwe de weha got:

“Em ji dildarên xwe û xelkê xwe yên biezîz û rûmet re bang dikin ku bila zimanên xwe yên dayîkê hilbijêrin. Sala parîn li giştîyê welat hejmarê ku dersên bijarte yên Kurmancî û Zazakî tercîh kirine 20 hezar bû. Armanca me ev e ku em vê salê bighêjin herî kêm 100 hezarî. Pêvajoya ku ji bo zimanên bijarte hatine cudakirin di 12ê Sibatê de dawî dibe. Em ê di vê pêvajoyê de bi tevî teşkîlatên xwe, baskên xwe yên ciwan û pîrek; di dibistanan de standan vebikin, qaxizên destan belav bikin, bîlboardan binivisînin, dibistan û midurtîya perwerdehî ya netewî ziyaret bikin. Werin em tev bi hev re xwedî li zimanê xwe yê dayîkê derkevin. Em hebûna xwe bi qewet bikin û sibe roja xwe jî ronî bikin.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.