HUDA PARê li Dîyarbekirê bi silogana “Li Zimanê Xwe Xwedî Derdikevim” meşek li dar xist

HUDA PARê li Dîyarbekirê bi silogana “Li Zimanê Xwe Xwedî Derdikevim” meşek li dar xist

Serokatîya Bajarê yê HUDA PARê li Dîyarbekirê bi minasebeta 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê bi navê “Em Ji Bo Zimanê Xwe yê Dayîkê Dimeşin” bernameyek li dar xist.

Ji bernameya ku bi silogana “Li Zimanê Xwe Xwedî Derdikevim” hat tertîpkirin re Namzedê Serokê Şaredarîya Bajara Mezin yê Dîyarbekirê û Parlamenterê Mêrsînê yê HUDA PARê Faruk Dînç jî beşdarî bû.

Bername li ber Camîya Nebî ya nav Sûrê dest pê kir li ber Camîya Mezin bi daxuyanîya çapemenîyê dawî bû.

Parlamenterê Mêrsînê û Namzedê Serokê Şaredarîya Bajara Mezin yê Dîyarbekirê yê HUDA PARê Faruk Dînç di bernameyê de bi Zazakî axavtinek kir û ew di axavtina xwe de îfade kir ji bona ku perwerdehîya bi zimanê dayîkê ew li Enqereyê dixebitin.

“Dema ku em Şaredartîya Bajara Mesin yê Dîyarbekirê qezenc bikin wê li her taxê derheqê zimanê dayîkê de kursan vebikin”

Dînç weha got, “Îro 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê ye, bi vê wesîleyê divê em xwedî li zimanê xwe yê ku ji dê û bavên me ji me re maye derkevin. Zimanê me yê dayîkê wesayîtekî ku êş û xeşikahîyên dîroka me ye ku tîne heta roja me. Zimanê me yê dayîkê meseleyekî ku li ser sîyasetê ye, xwedîderketina ji zimanê dayîkê re jî meseleyekî li ser meseleyên sîyaseta civakê ye. Di vê çarçoveyê de zimanê me yê dayîkê ‘Ziman ayetên ji Xwedê ne’. Hemû zimanên me dewlemend in. Neyartîya ji zimanan re tê kirin neyartîya ji dewlemendîyê re ye.”

Dînç, di berdewama axavtina xwe de îfade kir ger ku ew Şaredartîyan qezenc bikin ew ê di her taxan de ji bo zimanê dayîkê kursan vebikin:

“Bi vê wesîleyê em wek HUDA PARê îro ji bo zimanê xwe yê dayîkê, di Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê de meşek li dar xist û di warê xwedîderketina ji zimanê dayîkê de jî xebatan dikin. Dema ku em Şaredarîya Bajarê Mezin yê Dîyarbekirê qezenc bikin wê di her taxan de bi zimanên dayîkê kursan vebikin. Ev xebat, xebata ku li Dîyarbekirê lidarbixin e. Encax emê li Enqereyê jî ji bona ku zimanê me yê dayîkê bibe zimanê perwerdehîyê, bibe zimanê duyem a fermî wê bixebitin. Ji bona ku zimanê me yê dayîkê di dibistanan de bibe zimanê perwerdehîyê em ê bixebitin. Ji ber vê yekê ez ji hemû kesên ku beşdarî meşa me bûne re teşekur dikim.”

Daxuyanîya çapamenîyê jî Namzedê Serokê Şaredarîya Dêrsimê yê HUDA PARê Ata Yuksel xwend.

Yuksel weha got, “21ê Sibatê li temamê cîhanê wek “Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê” tê pîrozkirin. Bi vê sedemê tê xwestin ku li ser rûyê erdê zimanê têne axaftin bêne parastin û dewlemendkirin.

Millet, bi zimanên xwe çîrokên xwe yên berê, hafize û vebirê xwe, zanîn û danehevên xwe digihijînin neslên pey xwe. Bi vî şiklî di navbera paşeroj û pêşerojê de girêdaneke ruhî û kûltûrî înşa dikin. Heke zimanek hunda bibe; dîrokek, danehevdinek, kûltûrek; ji van jî wirdetir milletek hunda dibe.”

“Xebata ji bo azadîya zimanan û domandina hebûna xwe, mesulîyetekî însanî û Îslamî ye”

Yuksel daxuyanîyê weha domand, “Bêgûman perwerdehîya ziman di serê timamê ilman de tê. Ziman, hilgirê sereke ê xebitîn û geşebûnên ilmî ye. Milletên ku zimanên wan bi peşve çûne/zimanên xwe bi pêşve birinê di ilim de jî pêşve çûne. Milletan, bi xwedîbûna xwe yê berhemên ilmî û vebînên/keşfên xwe yên zanîstî deyndarê zimanê xwe yê xurt û geşebûyî û peşveçûyî ne.

Ên ku bi zimanê xwe yê dayîkê diaxifin û hîn dibin di xebatên xwe yên jiyanî de hayî ji mîrasa xwe yê dirokî hene. Kesên wisa ne; ji xwe bawer in, qebîlîyetên wan ên ramanî pirtir bi pêşve çûyîn ne. Di nav civaka ku têde ne girêdahîya wan ê hestewarî xurtir e. Ji ber vê civakên xurt, ji takekesên xurt ava dibin.

Di derheqê ziman de Xweda ê Telala di Qurana Pîroz de bi ayeteke pîroz behs kirîye. Di Suretê Rûm ayeta 22yan de Xweda wiha ferman kirîye; ‘Afirandina erd û asîmanan, cudabûna ziman û rengên we ji nîşanên qudreta Xwedê ne. Bêguman di vê de ji bo zanayan ders û îbret hene.’

Xweda, cudabûna ziman û rengan kirîye delîl ji bo hebûna xwe, li ser vî emrê Rebbê me di çar alîyê dinyayê de xebata ji bo serxwebûn û domandina hebûna zimanên ji hev cudan e em wek barekî Îslamî û însanî li ser milên xwe dibînin. “

“Divê parastin û pêşvebirina ziman ji meselebûna gengeşîya sîyasî bê derxistin”

Yuksel bal kişand ku ew hemû zimanan bi qîmet dibînin û di meseleya zimanê dayîkê de jî xessas in, “Em wek HUDAPARê îfade dikin ku timamê zimanên di cîhanê de hene tev li ba me bi qîymet in û em bi hassasîyet li ser zimanê dayîkê disekinin. Hînbûn û axaftin û pêşvebirina zimanê dayîkê û perwerdehîya bi zimanê dayîkê ev tev em wek mafekî ku Xweda daye timamê însanan dibînin. Ji ber vê jî em dibêjin; Xatirê Xwedê mezin e û bi tu xatirî nayê fedakirin.

Parastina zimanê dayîkan û pêşvebirin û gihiştandina wan a ji neslên pêşerojê re pewîst e ku bi navê stratejîya dewletê neyê gorîkirin ji bo polîtîkayên qirêj. Êdî lazim e ku parasina zimanan û peşvebirina wan ji mijarên polemîk ên sîyasî bêne derxistin û dûrkirin. Êdî lazim e ji alîyê “berpirsîyarîyeke însanî” li meseleyê bê mêzekirin.

Li gor me ev meseleya zimanê dayikê ji siyaset û civakê serdestir e. Em ê bi vê bîr û bawerîyê di vî warî de ji destê me çi were dê bikin.

Di vî warî de em banga hewldanê li temamê siyasîyan û sazîyên sîwîl dikin da ku zimanê dayîkê bê hînkirin, pê bê xeberdan, pêşvebirin, ji neslên ku dê werin re bên ragihandin û bibe zimanê perwerdehîyê.”

“Şertên ku ji bo parastin û pêşvebirina Tirkî hatine amadekirin divê ji bo Kurdî jî bê çêkirin, ew ê ku adil û heq e, ev e”

Yuksel di dawîya axavtina xwe de îfade kir ku di nav sînorên Tirkîyeyê de bi milyonan welatî hene ku bi zimanê xwe yê dayîkê a Kurdî diaxivin, ji ber vê yekê parastina Kurdî jî ku li Tirkî tê kirin ji bo Tirkîyeyê mesulîyetekî ye:

“Li Tirkîyê ku bi milyonan welatîyên me zimanê wan Kurdî ye û di pey zimanê Tirkî de zimanê herî pir ku pê tê xeberdan Kurdî ye, di vê mijarê de em bawer dikin ku ji bo ev zimanê dayîkê bigihijê neslên pêşerojê erk û pirsîyarîyeke herî mezin di sitûyê dewleta Tirkîyê de ye jî. Bêguman di vê zemena dawî de her çiqas hinek derbendên li pêşîya zimanê Kurdî hatibin rakirin jî evana ne bes in. A li gora heqanîyet û edaletê ew e ku, tiştên ji bo zimanê Tirkî bê parastin û pêşvebirin çi tê kirin her wisa ev tişt ji bo zimanê Kurdî jî pêwîst e bêne kirin.

Daxwaza me a ji dil û can ev e ku, em hêvîdar in ku rojek bê li timamê dinyayê li pêşîya tu zimanê dayîkekê tu asteng û derbend nemînin, her kes bi zimanê dayîka xwe perwerde bibe û di her qadê de bi zimanê dayîka xwe biaxife.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.