Hûn wan kesên ku çavên wan li rêya we ye bê alîkarî nehêlin

Hûn wan kesên ku çavên wan li rêya we ye bê alîkarî nehêlin

Rayedarên Avrupa Yetîm Elîya ku li Nîjeryayê eqîqe û nezran ser jê dikin ji xelkê feqîr û jar re belav dikin destnîşan kirin:“Hûn ji bo Xwedê wan kesên ku çavên wan li rêya we ye bê alîkarî nehêlin.”

Avrupa Yetîm Elîya ku Sazîya Alîkarîyê ya Navneteweyî ye li Nîjeryaya welatê Efrîkayê xebatên xwe yên alîkarîyê didomîne.

Derbarê xebatê alîkarîyê yên ku tên kirin de Temsîlkarê Geîslîngenê yê Avrupa  Yetîm Elîyê Nîzamettîn Aygan destnîşan kir ew niha li Ogun State û li derdora wê goştê qurbanan belav dikin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir:”Hûn ji bo Xwedê wan kesên ku çavên wan li rêya we ye bê alîkarî nehêlin.”

Aygan di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew di bergeha xebatên alîkarîyê de hatine Nîjeryayê û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Me qurbanên wan birayên xwe yên ku wekalet dabûn me da serjêkirin û goştê wan ji wan kesên feqîr û jar re belav kir. Em ji wan xêrxwazên ku di vê meha mibarek de bûn wesîleya vî karê bi xêr re teşekur dikin, Xweda ji wan razî be.”

Aygan di berdewama axavtina xwe de diyar kir dema ku qala Afrîkayê tê kirin sefalet, bêkesî û tunebûn tê bîra mirov û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Bi rastî jî rewşa Afrîkayê wisa ye. Em bi çavên xwe ji vê yekê re bûn şahid. Hemd ji Xwedê re em bûn şahidê meqbûlbûna wan xêrên ku hatine kirin.  Me eqîqe û nezrên ku da serjêkirin kir paketan û li feqîran belav kir.  Xweda xêra wan kesên xêrxwaz qebûl bike. Em ji Nîjeryayê  silavan dişînin ji temamê Mislimanan re.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler