Hûrgiliyên teqîna Qoserê derketin holê

Hûrgiliyên teqîna Qoserê derketin holê

Teqîna ku doh bişev di Qosera Mêrdînê de qewimîbû hat ragihandin ji ber înfilaqkirina wesayîta ku ji bombeyan hatibû dagirtin qewimiye.

Hûrgiliyên teqîna ku doh di derdora 01.30an de di qada vala de yê ku nêzê Taxa Mezopotamyayê bû derket holê.

Hat ragihandin ji bo ku wesayîta pileqeya wê 34 BV 9885 e û ji bombeyan hatiye dagirtin were teqandin amadehî hat kirin. Di dema ku amadehî didomin de ev wesayîta ku ji bombeyan hatiye dagirtin teqa.

Gor agahiyên hatine bidestxistin doh bişev di Taxa Mezopotamyayê de di qadekê vala de di wesayîta ku pileqeya wê 34 BV 9885 e de bombe hat tespîtkirin. Ji bo ku ev wesayît bê zerar were teqandin amadehî hat kirin. Di dema amadehiyê de ev wesayît bi gurînekê mezin teqa.

Bi bandora teqînê zaroka bi navê Îsa Bayat ê ku 3 salî ye ji ber ku perçeyên caman îsabetê serê wî kirin birîndar bû. Bayatî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê. Hat ragihandin ku rewşa Bayatî baş e.

Her wiha hat dîtin ji ber perçeyên şerepnelê gelek dîwer û camên avahiyên di hawîrdor zirarê dîtin û ji ber ku têlên ceyranê zirarê dîtin ceyran jî hat birîn.

Ji teref ekîbên tehqîqatê ve di hawîrdor de tehqîqat hat kirin. Her wiha di derbarê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

 

 

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler