Hz. Muhammed bi hemû tiştên ku kiriye edaletê û heqiyê tesîs kiriye

Hz. Muhammed bi hemû tiştên ku kiriye edaletê û heqiyê tesîs kiriye

Adnan Akgonulê ku di bernameya Wîladeta Pîroz a ku li gundê Cumhuriyeta girêdayê Kayapinara Diyarbekirê hat tertîpkirin de axivî diyar kir Hz. Muhammed bi hemû tiştên ku kiriye edaletê û heqiyê tesîs kiriye.

Ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve li gundê Cumhuriyeta girêdayê Kayapinara Diyarbekirê bernameya Wîladeta Pîroz hat tertîpkirin. Gundiyan eleqeyeke mezin nîşanî bernamê dan. Di beranmeya ku hat tertîpkirin de Koordînatorê Giştî yê Platforma Evîndarên Pêxember Adnan Akgonul axavtinek kir.

Gonul di axavtina xwe ya ku kir de  qala  edalet û heqiya   Hz. Muhammed  kir û wiha axivî: “Akgonul di berdewama axavtina xwe de ayeta ‘Sond be! Ji bo kesên ku Xweda û roja exretê hêvî dikin û ji bo wan kesên ku Xwelda pir zêde zikir dikin di jiyana Resûlê Xwedê de mînaka herî xweş heye.’ Di bîran xist û wiha axivî: “Pêxember ji însanekî ji rêzê nîne. Ew ji teref Rebbê vê kaînatê ve hatiye bijartin, hatiye tayînkirin û ji me re wek nimûne hatiye teqdîmkirin. Ew pêxemberekî ku ji bo xelasker e û erka rêbertiyê dike ye û ji bo aleman wek rahmet hatiye şandin.”

Akgonul di berdewama axavtina xwe de diyar kir  Hz. Muhammed destê xwe ji temamê dinyayê re dirêj kiriye û gotiye destê min bigrin. Akgonul dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ew kesên ku ji destên wî girtine gihandiye saadeta dinya û axretê û wan ji çirava cehalet û şîrkê xelas kiriye. Hz. Muhammed bi temamê tiştên ku kiriye edalet û heqiyê tesîs kiriye. Hz. Muhammed piştî ku li şikefta Hîrayê emr û dustura ‘Îqra’yê ji Xweda wergirt re vê peyam û daweta Xwedê ji herkesî re belav kiriye. Kesên ku hatina ba wî neqewirandiye. Hetta reşikên mîna Hz. Bîla dema ku hatine ba wî wan hemêz kiriye û ji wan re daweta Îslamê teblîx kiriye û wê nûrê tene tene neqşî dilê wan kiriye.”

ÎLKHA



























HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.