Îbrahîm Kalin: Bazarên veşartî û qirêj hene
Berdevkê Serokomartîyê Îbrahîm Kalin derbarê îddîayên ku PKK/YPG û birêveberîya Sûrîyê li hev kirine de destnîşan kir “bi armanca propagandayê tê kirin, lê ev yek nayê wê wateya ku bazar nayê kirin.”
Îbrahîm Kalinê Berdevkê Serokomartîyê ji ser hisaba xwe ya medyaya civak derbarê îddîayên ku PKK/YPG û birêveberîya Sûrîyê li hev kirine de nirxandinan kir.
Kalin ji ser hisaba xwe derbarê mijarê de van tiştan vegot: “ Eşkere ye ku ew xebera ‘PKK/YPG û birêveberîya Sûrîyê li hev kirine’ propaganda ye. Lê ev yek nayê wê wateya ku bazar nayê kirin. Kî çi dike bika bike ew ê Harekata Çiqla Zeytûnê weke ku hatiye plankirin berdewam bike û dê bigihije hedefa xwe.”
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.