IHO-EBRAR li Rihayê alîkarya zivistanî li malbatên mihtac kir

IHO-EBRAR li Rihayê alîkarya zivistanî li malbatên mihtac kir

RİHA - Saziya Alîkariya Navneteweyî IHO-EBRAR li Rihayê li 50 malbatên niyazmend alîkariya zivistanî belav kir.

Saziya Alîkariya Navneteweyî IHO-EBRAR ku navenda wê li Holandayê ye li Rihayê bi wesîla YAR-DERê alîkaiya zivistanî li 50 malbatan kir.

Nunerê ÎHO-EBRARê yê li Rihayê Mehmet Çelîk di derbarê alîkariyê de axivî. Çelîk destnîşan kir ku dê ew alîkariyên xwe bidomînin.

Çelîk diyar kir ku ji xeynî alîkariya zivistanî dê ew di çarçova derfetên xwe de alîkariya êzing, rejî û sobe jî bikin. Dûvre Çelîk wiha li axavtina xwe zêde kir: “Wek komeleya IHO-EBRARa ku li Ewrûpayê karûbarên xwe birêve dibe me li Rihayê alîkariya 50 malbatên niyazmend kir. Ji bo ku zarok li dibistanê necemidin me alîkariya wek pêlavên zivistanê û mont li zarokên ku umrê wan di nabeyna 07-13an de ne kir. Dê em bi vê şiklê alîkariyên xwe bidomînin. Li herêmên cûr bi cûr ên Tirkiyê jî alîkariyên me didomin.”

Çelîkê ku bang li gel kir da ku alîkariya malbatên feqîr bikin wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em bang li xêrxwazan dikin da ku alîkariyên xwe yên wiha bidomînin. Xwezî ji destê me bihatiba ma alîkariya wek êzing, rejî, sobe jî li van malbatan bikira.”

Malbatên mexdûr ên ku alîkarî li wan hat kirin ji ber alîkariyan ji ÎHO-EBRAR û kesên ku bûne wesîla vê yekê re telekûr kirin. (ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.