Îhsan Sureyya Sirma ji Serokkomar Erdogan xwest ku Hekkarî wek bajêr bimîne

Îhsan Sureyya Sirma ji Serokkomar Erdogan xwest ku Hekkarî wek bajêr bimîne

Prof. Dr. Sureyya Sirmayê Dîroknasê Îslamê ye bang li Serokkomar Erdogan kirû jê daxwaz kir ku Hekkariya ku bajêra herî qedîm a Mislimanan e bi Geverê ve neyê girêdan û wek bajêr bimîne.

Prof. Dr. Îhsan Sureyya Sirmayê Dîroknasê Îslamê ye di derbarê bûyîna navçe ya Hekkariyê de bang li Serokkomar Erdogan kir û jê xwest ku Hekkariya ku bajêra herî qedîm a Mislimanan e bi Geverê ve neyê girêdan û wek bajêr bimîne. Sirma diyar kir ger Hekkarî bi Geverê ve bê girêdan ew ê ev yek ji bo ruhên alimên Îslamê yên ku li wê heremê jiyane û him jî ew  ê ji bo ruhê xelkê heremê bibe ‘muazzeb.’

Temamê nivîsa bi sernava “Hekkarî Bajarekî Îslamê ye’ ya Prof. Dr. Îhsan Sureyya Sirmayê Dîroknasê Îslamê wisa ye:

 Hekkariya ku di dîroka Mislimanan de bajareke herî qedîm e dîsa ji nû ve hat rojevê.

Em ê di vê nivîsa kurt de li ser mesela çima belesebeb Hekkarî hat rojevê nesekinin. Lewra bi rastî jî em sedema wê nizanin. Lê heger weke ku me fêm kiribe ev yek meseleya asayîşê be, divê em zanibin ku di temamê tarîxê de bêasayîşiya li wê erdnigariyê ne ji ber wê erdnigariyê, ji ber wan însanên ku li ser wê erdnigariyê dijîn derketiye. Ji ber wê yekê mesele ne meseleya kevir û çiya ye , mesele meseleya însan e. Ji ber ku li Enqerê teror rû dide, ma Enqerê bi ser Kayaşê ve girê bidin? Ev çi mantiq e?

 “Ew ‘Sikaka Hekkarî’ ya li Qûdsê hêj nasnameya xwe mihafeze dike”

 Hekkarî ne gundekî ji rêxê ye, Hekkarî ji roja ku Îslam hatiye wê erdnigariyê ve di nav wan bajarên Îslamê de ye  û bin sîwana xwe de bi hezaran alim gihaştandiye. Ev alim li cûrbecûr cihên erdnigariya Mislimanan  xizmetê kirine: Îsa El-Mestûb el Hekkarî yê ku serdar û şewirmendê navdar ê Selahaddînê Eyyûbî,  Mela Hiseynê Bateyiyê ku nivîskarê Mewlûda Kurdî ya ewil,  Seyyîd  Tahayê Nehrî,  xwediyê tefsîra 7 cildî Îslam el-Hekkarî,  Ehmedê Xaniyê nivîskarê Mem û Zînê, Evdirrehîm Rehmî Hekkariyê nivîskarê Dîroka Îslamê tenê ji van alimên navdar çend kes in… Digel wê dezasîmîlasyona zalim a cihûyan a li Filistînê  ew Ew ‘Sikaka Hekkarî’ ya li Qûdsê hêj nasnameya xwe mihafeze dike. Ji ber wê yekê Hekkarî bi ser Geverê ve girêdan weke Stenbol bi ser Çerkozkoyê ve girêdan e. Ew bajarên qedîm û dîrokî nikarin bên terkkirin û vê wêrankirin; divê bên abadkirin.”

 “Wîlayet bûyîna Cizîrê hareketeke di cî de ye”

 Heman tişt ji bo Şirnex û Cizîrê jî tê fikirîn ku  ji hêla cihên wan ên dîrokî ve  ne mîna Hekkarî û Geverê ye. Temamê çavkaniyên dîrokî û erdnigarî ji vê yekê re şahid in ku Cizîr wek Hekkariyê  ji wan navendên ilm û medeniyetê navendek e ku di esra ewil a Îslamê de hatiye fetihkirin. Ji ber wê yekê wek wîlayet kirina Cizîrê hareketeke di cî de ye. Hetta ew Şirnexa ku berî vê çend salan qeza bû ji Sêrtê hat veqetandin û kirin wîlayet ku bi vê yekê çi guherî?”

Serokkomarê me yê bi qedr û qiymet!

Digel ku hiqûqa me ya bi we re ji teref hemû kesî bê zanîn jî, ji wê heyama Serokatiya we ya Şaredariya Stenbolê  ya ku em demekê bi hev re xebitîn heta îro, min him bo şexsê xwe him jî ji bo kesekî din ji cenabê we tiştek teleb nekir. Lê belê  ger ew arzûya Hekkarî bi ser Geverê ve girêdan pêk bê him ez ê, him xelkê heremê û him jî ew ê rûhên wan zatên ku min li jorê navê çend heban zikir kir muazzeb bibin.

“Bila Hekkarî bajêr bimîne û Cizîr bibe bajêr”

Ez ji ber minasebeta me ya bi we re dibêjim; heqê min heye ku ji we tiştekî wisa teleb bikim: Ger hûn jî munasîb bibînin û ger zerrê mîsqal qedrê min li ba we hebe bila Hekkarî bajêr bimîne û Cizîr bibe bajêr…(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.