“Însanîyet encax bi riayetkirina Pêxemberê me wê bighêje xelasîyê”

“Însanîyet encax bi riayetkirina Pêxemberê me wê bighêje xelasîyê”

Welatîyên ku beşdarî bernameya Mewlûda Nebî bûbûn, îfade kirin ku însanîyet tu dixazî bila Misilman be an jî ne Misilman be hem di dinyayê de hem jî di axiretê de encax bi rîayetkirina Hezretî Muhammed wê bighêje xelasîyê.

Welatîyên ku beşdarî bernameyê bûbûn hîs û ramanên xwe anîtin ziman.

“Resulullah ji bona me rêber e”

Necmettîn Begen ku ji Mêrdînê çûye Stenbolê weha got, “Îro rojekî cuda ye. Ji bona me tabibûna rêya wî, meşandina di rêya wî de û jîyandina jîyana wî gelek xweş e. Resulê Xwedê ji bona me rêberekî ye. Çiqas jî dilê me ji ber Xezzeyê xemgîn be jî coş û beşa li vê derê cuda ye.”

“Misilman dibe an jî nebe lazimatîya hemû însanan ji rêbertîya Pêxemberê me re heye”

Maruf Îçke, “Mirov ewqas însanan li cem hev dibînê coş û kêfxweşîyekî cuda mirov dijî. Ez wisa hêvî dikim ku rêbertîya Pêxemberê me cardin di nav însanan de biqîmet bibe. Çîmkî em di dewrekî wisa de ne ku zilm, neheqî û bêedebî û bêexlaqî gelek zêde ye, ji ber vê yekê di vê dewrê de lazimatîya hemû kesan ji rêbertîya Pêxemberê me re heye. Xelasî dîsa di rêbertîya wî de ye. Xwedê wî ji me re wek rêber şîyand. Divê em bi çar destan bi Quran û Sinneta wî bigrin.”

“Însanîyet çiqas Pêxemberê me nas bike ew ê ewqas hizûrê bibîne”

Abdulbarî Duman, “Ger ku civak bi temamî Pêxemberê me nas bike ew ê însanîyet jî bighêje xelasîyê. Ger ku însanîyet Pêxemberê me nas bike ew ê hem dinya hem jî axireta wan xelas bibe. Ji ber vê yekê em gelek bi kelecan in. Ev der cîhekî cuda ye. Xwedê ji hemû kesan razî be.”

Abdulxafûr Hekîmoglu, “Xwedê bila xebatên ewakî bimbarek bike. Xwedê bila ji şîyarbûn, wehdet û hezkirina di navbera Misilmanan de re bike wesîle. Ev xebateke gelek xweş e. Xwedê bila van xebatan hem ji dinya hem jî ji axireta me re bike wesîleya xêrê.”

Recep Bozkuş, “Em çiqas jî Pêxemberê me bixwînin û qala wî bikin hindik e. Divê em jîyana wî bixwînin û tetbîq bikin. Di rêya wî de dîya me, bavê me û canê me feda ye.”

Yusuf Îptaş îfade kir ku her sal ew ji bo evîndarîya Muhammedî kom dibin, ji yên ku bernameyê tertîp kirine re teşekûr kir.

Salîh Oktay jî îfade kir ku ew her sal li Dîyarbekirê, Êlihê û Mêrdînê beşdarî van bernameyan dibe. (ÎLKHA)


HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.