Îslam li Ugandayê belav dibe

Îslam li Ugandayê belav dibe

Qazîyê Uganda Îsmaîl Mûsa destnîşan kir bi hewldanên maddî û manewî yên weqf, komele û xêrxwazên ku ji welatên Îslamêhatine, dînê Îslamê li Uganda zû belav dibe.

Di serî de ji Tirkîyê û bi giştî jî ji alema Îslamê gelek sazîyên civakî yên siwîl û weqf her ku diçe li Ugandaya ku di bin dagirkerîya Amerîkaya emperyalîst de ye fealîyet û xizmetên alîkarîyê zêde dikin. Qazîyê Uganda Îsmaîl Mûsa ji sazî û weqfên alîkarîyê yên ku tên Ugandayê re teşekur kir û destnîşan kir bi hewldanên maddî û manewî yên weqf, komele û xêrxwazên ku ji welatên Îslamê  hatine, dînê Îslamê li Uganda zû belav dibe.

“Cara ewil dînê Îslamê hat Uganda”

Qazî Mûsa di berdewama axavtina xwe de banga alîkarîya zêdetir ji alema Îslamê re kir û destnîşan kir bila alema Îslamê bo Ugandayê teblîxvanan bişînin. Mûsa dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Îslamîyet di sala 1844an de hat Ugandayê. Cara ewil dînê Îslamê hat Uganda. Dînên din jî piştî sala 1877an hatin. Hatina Îslamîyeta ya vê derê bi saya tacirên Ereb bû. Xelkê Uganda yê ku hal û hereketa tacirên Misliman dît dînê Îslamê hilbijart. Tacirên Ereb ên Misliman bes ji ber ku Îslamîyetê jiyan ev yek tesîrî xelkê kir û xelk dînê Îslamê wek dîn ji xwe re qebûl kir.”

“Elhamdûlîllah Îslamîyet li çar alîyê welêt belav dibe”

Mûsa di berdewama axavtina xwe de diyar kir dînê Îslamê her ku diçe li Uganda belav dibe û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Welat bi qraltîyê dihat îdarekirin. Piştî ku Îslamîyet hat Ugandayê hinek qral dînê Îslamê qebûl kirin û bûn Misliman. Elbes wê demê hinek tevlîhevî û rageşîyên navxweyî hebûn. Ji ber vê rageşî û şerê navxweyî belav û teblîxkirina Îslamê rawestîya. Lê hemd ji Xweda re ku Îslam niha li çar alîyê welêt belav dibe. Di serî de bi saya Tirkîyê û bi saya temamê Mislimanên li cîhanê Îslamîyet gihaştiye heta gundan.”

“Îslamîyet hetanî gundan belav bû”

Mûsa diyar kir Mislimanên li Tirkîyê wanan bêxwedî nehiştine û dû re weha li axavtina xwe zêde kir: “Ew ê bi alîkarî û destekên Mislimanan Îslamîyet dê li vî welatî belav bibe. Misliman li van herêman bîrên avê didin vekirin, mizgeftan didin çêkirin û Mislimanên li van deran bêxwedî nahêlin. Berîya ku Mislimanên Tirkîyeyî li vê derê mizgeftê vekin, mizgefta me tunebû. Hinek mizgeft li navendên bajêran û hinek mizgeft jî li gundan tên înşakirin. Bi vê wesîlê Îslamîyet hetanî gundan belav bû. Digel înşakirina mizgeftê, li vê derê malbateke 25 kesane Îslamîyetê qebûl kir. Ev yek jî mînakeke xweşik e.”

“Problema me ya herî mezin tunebûna însanên ku dînê Îslamê teblîx bikin e”

Mûsa di berdewama axavtina xwe de diyar kir bes ne bi wasitaya înşakirina mescîdan, bi heman awayî bi wasitaya ilm, medrese û mekteban  Îslam zêdetir û zûtir belav dibe û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Em li van deran di warê perwerdehîya dînî de perwerdehîya medresê didin û em hewl didin di warê Qur’ana Kerîm, hedîs, hafiztî, ilm, fiqih, sîyer û mijarên mîna van de dersê bidin. Problema me ya herî mezin tunebûna însanên ku dînê Îslamê teblîx bikin e. Alim û xoceyên me yên ku li her derî doza Îslamê teblîx bikin gelek hindik in. Ji ber vê yekê em zehmetîya vê yekê dikşînin. Zehmetî û problema me ya din jî ev  e: Li vê derê dema ku em Îslamê ji wan kesên ku nû bûne Misliman re îzah dikin gelek wext digire.”

Qazî Îsmaîl Mûsa di dawîya axavtina xwe de ji xelkê Tirkîyê re bo alîkarîyên ku hatine kirin teşekur kir.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.