Îşqal û xweferzkirina Emrîka Iraqê kiriye wekê dujehê

Îşqal û xweferzkirina Emrîka Iraqê kiriye wekê dujehê

Serokê Giştî yê Ozgur-Derê Ridvan Kaya di derheqê operasyona Misûlê de axivî. Kaya bal kişand ku di bingeha pirsgirêka Misûlê de îşqala Iraqê ya ku Emrîka pêk tîne heye.

Serokê Giştî yê Ozgur-Derê Ridvan Kaya di derheqê operasyona Misûlê de axivî. Kaya bal kişand ku di bingeha pirsgirêka Misûlê de îşqala Iraqê ya ku Emrîka pêk tîne heye û wî bal kişand ji ber îşqala ku Emrîka li Iraqê dike Iraq bûye wekê dujeh. 

Kaya ragihand ku li pêşiya Misûlê şereke hehe û dibe ku gelê Misûlê bedelên cidî bide. Dûvre Kaya wiha pê de çû: “Rastî şereke li Misûlê bend meye. Mirov dikare vê yekê eşkere bibêje û dibe ku gelê Misûlê di derbarê vê yekê de bedeleke mezin bide. Hewl tê dayîn ku li sernavê DAÎŞê îdraqeke pêk were. Lê ez dixwazim bibêjim ku pirsgirêk DAÎŞ nîne. Wek bingeh DAÎŞ pirsgirêk e lê pirsgirêka Iraqê bi DAÎŞê dest pê nake.”

“Gavên ku dê di pêşewantî û planên Emrîka de were avêtin ji bo Mislimanan xêr nîne”

Kaya diyar kir divê ku mirov pirsgirêka Iraqê ji sala 2002yan a ku ji teref Emrîka ve hat îşqalkirin pê ve binirxîne. Dûvre Kaya axavtina xwe wiha domand: “Îşqal û xweferzkirina Emrîka ya ku ji sala 1991ê heta 2003yan û ji 2003yan heta îro domiye Iraqê kiriye wekê cehennem û Iraqê ji aliyê saziya siyasî û demografik ve ser û bin kiriye. Mixabin Iraqê ji bo Mislimanan kiriye wekê pengava şerê mezhebî. Gavên ku dê di pêşewantî û planên Emrîka de were avêtin ji bo Mislimanan xêr nîne.”

Her wiha Kaya destnîşan kir ku pirsgirêka Misûlê ba DAÎŞê dest pê nekiriye. pirsgirêk DAÎŞ nîne. Wek bingeh DAÎŞ pirsgirêk e lê pirsgirêka Iraqê bi DAÎŞê dest pê nake. Kaya diyar kir ku DAÎŞ rewşa li Misûlê ji xwe re zivirand firsetê û bi legîîn di encama operasyona ku li darxist de Misûlê bidest xist.

Kaya belav kir ji ber ku Tirkiye li Iraq û Sûrî bi hêzên navneteweyî re di heman freqansê de hereket nekiriye bi pirsgirêkên cidî re rû bi rû maye. Dûvre Kaya wiha axivî: “Di serî de Tirkiye ji ber ku li Sûrî û Iraqê bi hêzên navneteweyî re di heman freqansê de hereket nekiriye bi pirsgirêkên cidî re rû bi rû maye. Dema ku mirov lê mêze dike Tirkiye aliyê mezlûmên Sûrî digire. Lê wek hêz Tirkiye ji ber ku bi Emrîka, Ûris û hêzên herêmê re rû bi rû dimîne  qada wê ya hâkimiyete teng dibe.”

Kaya diyar kir ku ev nêzî 200 salan e ku erdnîgara Îslamê di bin îşqalê de ye. Her wiha Kaya destnîşan kirin ki wek zahirî mêtingehparêz ji herêmê kişiyane. Lê ew bi siyaset, havkarî û gelê Misliman teserûfatên xwe didomînin.”

Kaya wiha pê de çû: “Di bin navê koalisyonê de me vê yekê li Efxanîstanê dît. Em vê yekê li Sûrî dibînin ku hêzên emperyalîst ên cûr bi cûr axên Îsalmê perçe perçe dikin û piştgirî didin kesên ku nêzî wanin. Dûvre gelê Misliman, însanên mezlum û belengaz qetil dikin.”

Kaya wiha dawî li axavtina xwe anî: “Gelê Misliman di bingeheke Îslamî û biratî de pêwîst e ku berê xwe bidin telebeke xelasiyê. Dema ku di vî çarçovê de lê were nêrîn li Kurdistanê bes di Kurdistana Iraqê de ne li ser hem, perçeyên Kurdistanê helbet vekê berê niha jî dê plan bidomin. Heke em li vir bi nêrîneke teng û nîjadperestî mêze nekin di şûna wê de bi nêrîneke kûreyî li mijarê mêze bikin dê em bibînin ku gelê Misliman dostê hevdû ne û davika emperyalîstan a di derbarê dijmintiyê de jî derêxin holê.”

ÎLKHA





HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.