Îşxalkeran, di meha Remezanê de zextên xwe yên li ser êsîrên Fîlîstînîyan zêde kir

Îşxalkeran, di meha Remezanê de zextên xwe yên li ser êsîrên Fîlîstînîyan zêde kir

Komîsyona Minasebetên bi Mehkûmên Berê Re, bal kişand ku êsîrên pîrek û zilam yên Fîlîstînî ku di zindanên rejîma îşxalker de ne, ji serê destpêka meha Remezanê vir ve zext û êrîşên ku li wan têne kirin zêde dibin.

Serokê Komîsyona Minasebetên bi Mehkûmên Berê Re Kuddura Farîs, astengîyên bi zextî yên wek, lêdan, heqaret, biçûkxistina rûmetê û dest dayîna li ser Quranên Pîroz zêde bûne.

Farîs, îfade kir ku ev bêhiqûqî, di bin parastina hikumeta îşxalê de tê kirin, mirovê ku ji bireveberîya girtîgehan re têne tayînkirin jî ji teref wezîrê faşîst Ben Gvîr ve têne tayînkirin.

Di berdewama daxuyanîyê de hat îfadekirin ku êsîrên Fîlîstînî yên ku di bin tecrîdê de ne, dûçarê îşkenceyên sîstematîkî ya xardîyanan dibin, tê îfadekirin van mirovên ku îşkenceyan dikin jî di dema îşkenceyê de maske li ser rûyê wan hene û fikra gelo ew endamên çeteyan in tîne bîra meriv.

Li Şerîaya Rojavayê ji destpêka êrîşên li dijî Xezzeyê vir ve hejmarê Fîlîstînîyên ku hatien êsîrgirtin gihaştîye 7 hezar û 655an. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.