Îşxalkeran êrîşî avahîya Hîva Sor a Fîlîstînê kir: 3 şehîd

Îşxalkeran êrîşî avahîya Hîva Sor a Fîlîstînê kir: 3 şehîd

Îşxalkeran li bajara Xan Yûnisê êrîşî avahîya Hîva Sor a Fîlîstînê kir, di encama êrîşê de 3 kes şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn.

Hîva Sor a Fîlîstînê, di daxuyanîya ku belav kir de, diyar kir ku doh ji teref îşxalkeran ve rasterast êrîşî avahîyê hat kirin.

Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin yek jê pîrek 3 kes şehîd bûn, herî kêm 3 kes jî birîndar bûn.

Bal hat kişandin personelên birîndar jî ji ber êrîşan ji Nexweşxaneya Emelê re nehatin neqilkirin.

Hat îfadekirin di dema êrîşê de tewana avahîyê hilweşîya û ji ber vê yekê gelek mirovên ku xwe ji avahîyê re sipartibûn birîndar bûn.

Komele îfade kir ku ew di warê xwarinê de pirsgirêkekî ciddî dikşînin û dibe ku ji nişkav ve sotemenîya wan jî qut bibe ji ber vê yekê ew ê nikaribin ji nexweşan re oksîjenê bidin.

Hîva Sor destnîşan kiribû ku ew ji ber dorpêça ku berdewam dike nikarin nexweşên gurçikê neqlê nexweşxaneyên dinê bikin û ji ber vê yekê ew di bin talûkeyê de ne.

Hat îfadekirin ku ji ber hilweşîna tewana avahîyê baran dikeve hindir û gelek sar û sermaye.

Ji teref Komeleyê ve ji civaka navneteweyî re bang hat kirin ji bona gihandina derman, xwarin û sotemenîyê bila zextekî bidin li ser rejîma îşxalê. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.