Îtîraza ku di doza Yasîn Boru de ji qerara beratê re hatibû kirin hat redkirin

Îtîraza ku di doza Yasîn Boru de ji qerara beratê re hatibû kirin hat redkirin

Mehkemeya Edlî ya Herêmê ya Enqerê daxwazên îstînafê ya derbarê Doza Yasîn Boru de red kir.

Daîreya Cezayê ya 4emîn a Mehkemeya Edlî ya Herêmê ya Enqerê daxwazên îstînafê ya derbarê Doza Yasîn Boru de red kir.

Mahkeme wê îtîraza ku di doza Yasîn Boru de ji qerara beratê re hatibû kirin, red kir û destnîşan kir ew qerara ku ji teref mehkemeya mehelî ve hatiye dayîn li gorî usûl û qanûnê ye.

Mehkeme her wisa wan îtîrazên ku derbarê xerakirina cezayên wekîlên bersûcan de jî hatibû kirin ji esasê red kir.

Wekîlên mexdûran derbarê mijarê de diyar kirin ji bo ew bersûcên ku derheqê wan de qerara beratê hatiye dayîn jî cezayê bistînin em ê serî li Yargitayê bidin.

ÎLKHA

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler