Îxtîyaran, hesreta Remezanên berê dikin

Îxtîyaran, hesreta Remezanên berê dikin

Îxtîyarên ku Remezanên berê û yê îro didin ber hev dibêjin ku “Wan Remezanên berê li ku derê ne” û ji ber hewaya menewî ew li bêrîya Remezenên berê dikin.

Li Êlihê îxtîyar ji ÎLKHAyê re axivîn û qala Remezanên berê kirin.

Îxtîyaran îfade kirin ku di Remezanên berê de xêr û bereket zêde bûn, di Remezanên berê de hûrmet û qîmeta mihtacan hebû lê ew di Remezanên îro de wê menewîyatê nabînin.

“Di vê dewrê de însan gelek xera bûye”

Alî Sira ku 65 salî ye û di camîyê de îbadetê dikir îfade kir ku hejmarê însanên baş hindik bûne û weha got, “Niha ji sedî 90ê însanan xerab in, ji sedî 10ê wan baş in. Di vê dewrê de însan gelek xera bûne. Em ketine dewrekî wisa ku bav bawerî bi kurê xwe nayne, kur jî bawerîyê bi bavê xwe nayne. Faîz ketîye nav me. Zîna zêde bûye. Remezanên berê li ku derê ne, yên îro li ku derê ne? Ger ku Misilmanên îro wek Misilmanên berê bibûna wê Xezze di vê halê de nebûna. Binêrin Misilmanên li wê derê di çi halî de ne. Em di paşîvên xwe de gelek çeşîd tiştan dixwin, însanên li wê derê di bin bombeyan de û di nav tirsê de xwarinên xwe dixwin. Îmana wan li gorî me zêde ye.”

“Dema ku em li ser erd dixebitîyan jî me rojîya xwe nedixwar”

Abdulkerîm Înan ku 70 salî ye diyar kir ku menewîyata Remezanên berê gelek zêde bû, “Di sifreyên îro de çeşîd çeşîd tişt hene û ji ber vê yekê bi lezzet e. Berê tinebûnî hebû. Çeşîdên xarinan hindik bûn lê berî samîmîyet û îbadet li gorî îro zêde bûn. Sebze û mêweyên berê organîk bûn. Yên îro tev bi derman in. Dema ku em li ser erd dixebitîyan jî me rojîya xwe nedixwar.”

“Berê yên ku rojîyê nedigirtin tinebû”

Fethullah Taşkiran, “Berê derdê ti kesî ew qas zêde nebû. Berê mirovên ku rojî digirtin tinebûn, hebûna jî hindikbûn me nedidît. Îro wisa ye, tu li ku derê dinêrî di devê hemû kesan de cixare heye an jî xwarinê dixwe. Remezanên ber ji yên îro xweşiktir bû. “

“Dinya bûye dinyakî wisa ku zengîn heqê feqîran nadin”

Xelîl Erîn, “Berê hizûr hebû. Yên ku xêran dikirin pir bûn. Hemû kes li gineh û heraman dîqet dikir. Niha piranîya însanan rojîyê nagrin. Yên digrin jî ne samîmî ne. Niha kîloya firîngîyê bûye 50 Lîre, kîloya goştê sor bûye 500 Lîre. Feqîr ew ê çawa xwarinê bixwe. Berê bexçê însanan hebûn û mirovan ji xwe re baxçeyan dadanîyan. Berê ti kes li pey zengînîyê nebû. Niha hermû kes zengîn bûye û heqê feqîran jî nadin.”

“Remezanên berê li gorî yên îro xweşiktir bûn”

Suleyman Ateş, “Heta niha ez di emrê xwe de du caran di havînê de rojîyê digrim. Di ya yekemîn de ez 25-26 salî bûm û li gund me tutunê dadanît. Wê demê pirî însan feqîrbû lê li gorî îro kêfxweşbûn, ji halê xwe memnûn bûn. Wê demê cudatîya feqîr û dewlemendan tinebû. Zengîn jî feqîr jî wek hev bûn. Berê dema ku em ji paşîvê re radibûn ji çend çeşîdan cudatir tiştekî tinebû. Niha her tişt heye. Îro rehetî çêbûye lê ji ber bahabûnîyê îjarê em nikarin bistînin. Li gorî min Remezanên berê li gorî yên îro xweşiktir bû.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.