“Ji 8 milyon zêdetir Yemenî di bin sînorê birçîbûnê de ye”

“Ji 8 milyon zêdetir Yemenî di bin sînorê birçîbûnê de ye”

Neteweyên Yekbûyî îfade kir ku ji ber pevçûn û herba navxweyê li Yemenê li deverên ku alîkarîya mirovahî naghêjê ji 8 milyona zêdetir kes bi bin talûka sînorê birçîbûnê de ye.

Neteweyên Yekbûyê, derbarê kontrolên ji teref kûalîsyona ku Siûdî serokatîya wê dike yên li bendera tên kirin de endîşe û metirsîyên xwe anî ziman.

Neteweyên Yekbûyî (BM) ji kûalîsyona bi pêşîvanîya Siûdî ya li Yemenê dixe û ji dewletên Ereban xwest ku bi rêveberîya Yemenê re têkiliyên xwe yên tîcarî baştir bikin û di warê xida û neftê de alîkarîya Yemenê bikin. Li hêla din Neteweyên Yekbûyî xwest ku astengîyên li ser alîkarîyên mirovî bên rakirin û ji ber astengên li lîmanan li Yemenê qirîz zêdetir bûye.

Hat îfade kirin ku şîrketên naqê yên di bin kontrola kualîsyona Siûdî de bawerîya xwe winda kirîye. Neteweyên Yekbûyî li hêla din metirsînên xwe yên di warê kêmasîya xidayê de anî ziman.

Koordînarorê Alîkarîya Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî Andrew Lukak, îfade kir ku ji ber şer û pevçûnan di rêyên alîkarîya mirovahî de kêmasî derdikeve û rêyên îthala xida jî bi zehmetir dibin.

Lukak, di dawîya daxuyanîya xwe de wiha got: “Li Yemenê 8 milyon û 400 hezar kes di bin sînorê birçîbûnê de ye û heger şert û mercên li Yemenê baştir nebin dê talûke û qeyrana însanîyê zêdetir bibe.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.