1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Ji ber erdhejê li Kurdistana Îranê 12 hezar mal hilweşiyan
Ji ber erdhejê li Kurdistana Îranê 12 hezar mal hilweşiyan

Ji ber erdhejê li Kurdistana Îranê 12 hezar mal hilweşiyan

Di erdheja di mezinahiya 7.3an a ku li ser sînora Kurdistana Iraq û Îranê pêk hat deli Kurdistana Îranê tev de 12 hezar mal hilweşiyan û 430 kes jiyana xwe ji dest dan.

A+A-

Hat ragihandin di erdheja di mezinahiya 7.3an a ku li ser sînora Kurdistana Iraq û Îranê pêk hat de  li Kurdistana Îranê tev de 12 hezar mal hilweşiyan. Bi heman awayî hat ragihandin 430 kes jiyana xwe ji dest dan, 7 hezar û 370 kes birîndar bûn.

Her ku diçe bîlançoya erdhejê  zelaltir dibe. Li gor daxuyaniya fermî ya ku ji teref rayedarên  Îranê ve hatine dayîn ji ber erdhejê li Kurdistana Îranê tev de 12 hezar mal hilweşiyan, 430 kes jiyana xwe ji dest dan û 7 hezar û 370 kes jî birîndar bûn.

Li herêma erdhejê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dikin. Serokmarê Îranê Hesen Rûhanî îro çû herêma erdhejê û lêkolînan kir.Rûhanî li parêzgeha Kirmanşahê destnîşan kir ew ê bo kesên malên wan xera bûne karibin malên xwe ji nû ve ava bikin alîkariya parayan bê kirin.(ÎLKHA)














 

Bu haber toplam 916 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.