Ji ber ku ez zewicîm 10 sal ceza dan zilamê min

Ji ber ku ez zewicîm 10 sal ceza dan zilamê min

Pîrekên ku di emrê ciwan de zewicîn û ji zilamên wan re bi salan ceza hatiye dayîndaxwaz dikin ku zilamên wan bên berdan.

Ji teref Şaxê Jinan a Bajêra Stenbolê ya HUDA PARê ve paneleke bi navê “Mexdûrên Zewacên ku di Emrê Ciwan de Hatine Kirin û Qanûna bi Hejmara 6284” hat tertîpkirin. Pîrekên ku mexdûrên vê qanûnê ne beşdarî panelê bûn û mexdûrîyetên xwe ji ÎLKHAyê re vegotin.

“Ji ber ku ez zewicîm 10 sal ceza dan zilamê min”

Nagîhan Dera ku berî vê 10 salan zewicî û dîya 2 zarokan e û niha jî li Sakaryayê dijî derbarê mijarê de wiha axivî: “Min bi riza xwe bi zilamê xwe re zewicîm. 2 zarokên me hatine dinyayê. Berî ku ji zilamê min re ceza bê dayîn jiyana me pir baş bû, hal û wextê me li cî bû. Piştî 10 salan ji zilamê min re 10 sal û 10 meh ceza hat dayîn. Niha hatiye girtin û ev bû 3 sal ku di girtîgehê de ye. Zilamê min piştî ku ket girtîgehê nîzama me ya malbatî xera bû. Ez mecbûr mam ku mala xwe vala bikim. Ji hêla maddî ve gele zêde zehmetî kişand. Piştî vê cezayê zilamê min di hundir de ez jî li derve em nexweş ketin.  Ez dixwazim ji vê derê bang li rayedaran û wezareta malbatê bikim!  Gelo bi qasî Silayekê qedr û qiymeta me tune ye? Gelo ji ber ku dengê me bi qasî ya wê derneket em nayên dîtin? Çima destek nadin me? Ger mesele malbat be em jî malbat in. Ev bû 10 sal ku em zewicîne. Ji zilamê min re cezaa îstîsmara zayendî hat dayîn û navê îstîsmarkarê zayendî, tecawuzkar lê hat kirin û ew avêtin  girtîgehê.”

 “Êdî bes e!”

Nahîhan Xanim di berdewama axavtina xwe de diyar kir digel ku dewletê nîqaha wan a fermî çêkiribe jî sûca ‘îstîsmara zayendî’ ceza ji zilamê wê re dane û bi zilamê wê re miameleya tecewuzkaran tê kirin. Nagîhan Xanim dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di vê rewşê de dewlet nîqaha me ya fermî çêkir. Xelateke bi navê ‘odeya pembe’ dide me! Ger ev însan ji ber ku tecawuzkarê min e naxwe çima ji me re xelat tê dayîn? Ez pirsa vê yekê dikim. Ez bang li Serokomar, KADEM û Wezareta Malbatê dikim. Bila êdî li ber vê mexdûrîyeta me xwe ker û lal nekin. Me sûcek nekiriye ku 10 sal ceza dan me. Ez nexweş im û nikarim bixebitim. Digel ku dewletê nîqaha me ya fermî çêkiribe jî sûca ‘îstîsmara zayendî’ ceza ji zilamê min re hat dayîn û bi zilamê min re miameleya tecewuzkaran tê kirin. Dewlet çima vê derfetê da min? Ez pirsa vê dikim.  Ev ceza qaşo ji bo ku em mexdûr nebin ev ceza hatine dayîn; lê belê niha em mexdûr in. Em digel zarokên xwe di holê de man. Ez rica dikim, êdî ji vê mexdûrîyetê re bêdeng nemînin. Zarokên me bêyî bavê xwe mezin dibin. Bila zilamê min bê berdan. Bila 8 hezar malbat û 16 hezar zarokan ji bavê wan veneqetînin.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.