“Ji ber ku min nehişt sayaca min biguherînin ji min re cezaya ceyrana qeçax birîn”

“Ji ber ku min nehişt sayaca min biguherînin ji min re cezaya ceyrana qeçax birîn”

Li Diyarbekirê aboneyek îddîa kir ji ber ku ew nehiştiye sayaca wî ya ceyranê bê guhartin jê re ji teref ekîbên DEDAŞê ve cezaya ceyrana qeçax hatiye birîn.

Li gor îddîayan ekîbên DEDAŞê li Baglara Diyarbekirê ji dikandarê bi navê Kemal Yaşar Yildiz re ji ber ku nexwetîye sayaca xwe ya ceyranê biguherîne re cezaya ceyrana qeçax birîn.

Kemal Yaşar Yildizê ku li Baglara Diyarbekirê dikandar e derbarê mijarê de diyar kir ekîbên DEDAŞê ji bo sayaca dîjîtal a ceyranê li dikana wî bixin hatine balê û dû re tiştê ku qewimîye wisa anî zimên: “Ji min re gotin ku saata te ya ceyranê kevin e, divê em biguherînin. Min jî ji wan re got ku di rêziknameyê de tiştekş wisa tune ye, min li înternetê jî nihêrt mafekî we wisa tuneye. Encax ger ariza hebe hebe hûn dikarin saatê tamîr bikin û cardin bînin li cihê wê bixin. Divê riza min hebe. Ew jî ji min re gotin ku mafeke me wisa heye. Ji ber wê yekê min ji wan re got ger mafeke we wisa hebe nivîsê ji min re bînin, ango riza xwedîyê dikanê tuneye. Min ji wan re got nivîseke ku tê de  ‘em saatê li gor wê rayeya ku  qanûnê daye me diguherînin’ bidine min. Ji min re gotin ku em wê nivîsê nadin te.”

 “Tu saata ceyranê biguherîne dê baş bûbana, naxwe ew ê serê te pir biêşe”

Yildiz di berdewama axavtina xwe de diyar kir ji ber ku ew ji wan re îtîraz kiriye ekîba DEDAŞê jê re gotiye em ê kontrola ceyrana qeçax bikin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Dû re sayacê kontrol kirin. Ji min re gotin apo, qeçaxa te tuneye, lê belê te saata ceyranê biguherîne dê baş bûbana, naxwe ew ê serê te pir biêşe, ew ê bela xwe li te bidin û dê serê te pir biêşe.”

 “Ji ber ku min nehişt sayaca min biguherînin ji min re cezaya ceyrana qeçax birîn”

Yildizê ku diyar kir  haya wî ji 15 hezar tl cezaya ku jê re hatiye birîn ji cîranê xwe yê ku çûye DEDAŞê hîn bûye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Piştî vê bûyerê 2 mehan dikandarê li hemberî min çû DEDAŞê. Min nimreya tesîsata xwe daye da ku li wê derê bide kontrolkirinç Jê re gotin 14 hezar û 500 lîre cezaya ceyrana qeçax a vê tesîsatê heye û 500 lîre jî cezaya dereng mayîne ye. Çawa ji min re got ez şaş mam. Ji min re qet teblîxat jî nekirine.  Dema ku hatin kontrolê ji min re gotin ku qeçaxa te tuneye, lê belê dema ku diçin sazîyê ji min re cezaya ceyrana qeçax dibirin. Ma ev ne neheqî ye? Gelo ger qeçaxa min hebana ne pêwîst bû ku li vê derê zabitnameyekê bigirtana?”

“Ez ê bi rêyên hiqûqî heqê xwe bigerim”

Yildizê di dawîya axavtina xwe de diyar kir rewşa wî ya maddî nebaş e û dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: “Min qetîyyen bi ceyrana qeçax emel nekiriye. Li min neheqîyê dikin. Bi şeref û haysîyeta însên dileyzin.  Digel ku min bi qeçaxê emel nekiribe jî dîsa ji min re dibêjin tu bi qeçaxê emel dike. Ez ê bi rêyên hiqûqî heqê xwe bigerim. Ji ber ku min nehişt sayaca min biguherînin ji min re cezaya ceyrana qeçax birîn.”

Rayedarên DEDAŞê yên ku me derbarê mijarê de hevdîtin kir îddîayan derewandin û destnîşan kirin kesên ku qala wî tê kirin û jê re ceza hatiye birîn bi ceyrana qeçax emel kiriye û ji ber vê yekê jê re ceza hatiye birîn.(ÎLKHA)












 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.