Ji ber ku mizgefta wan tuneye hewil didin li mektebê dersa Qur’anê bistînin

Ji ber ku mizgefta wan tuneye hewil didin li mektebê dersa Qur’anê bistînin

Li Taxa Husrevpaşaya girêdayê navenda Bidlîsê ye ji ber ku mizgeft an jî qursa Qur’anê tinîne hinek xwendevanên taxê hewil didinli mekteba taxê dersa Qur’anê bistînin û hinek xwendevan jî ji vê yekê mehrûm dimînin.

Hat ragihandin li Taxa Husrevpaşaya girêdayê navenda Bidlîsê ya ku lê nêzî 600 şênî dijîn ji ber ku mizgeft an jî qursa Qur’anê tinîne ji 120 xwendevanên taxê hewil didin  li mekteba taxê dersa Qur’anê bistînin û hinek xwendevan jî ji vê yekê mehrûm dimînin. Ji bo dersa Qur’anê ji xwerndevanan re 2 polên Dibistana Navîn a Şikriyê Bidlîsî hatiye tayînkirin.

Şêniyê bi navê Mehmet Nesîh Geylanî yê ku ji bo zarok karibin dersa Qur’anê bistînin mizgeftekê teleb kir di berdewama axavtina xwe de wiha got: “  Berî niha me gotibû ku li taxa me mizgeft û  qursa Qur’anê tuneye. Me bi rêya miftîtiyê serî li perwerdehiya neteweyî da da ku heta yekê îlonê mektebê ji bo dersa Qur’anê tahsîs bikin. 2 sinif ji me re hatin dayîn. Yek ji bo lawikan û yek jî ji bo qîzan. Xwendevan li vê derê dînên xwe hîn dibin. Exlebeşyên wan jî derbasî Qur’anê bûn. Mixabin ew ê perwerdehiya neteweyî van polan ji me bistîne û em ê wisa di holê de bimînin.”

Geylanî di dawiya axavtina xwe bang li rayedaran kir û wisa got: “Em ji rayedaran alîkariyê teleb dikin, bila camiyek li vê derê bê çêkirin.  Ger cihekî ku zaçrok lê dersê bistînin tunebe ew ê zarok hemû tiştên ku îsal hîn bûne dê ji bîr bikin.”

Telebeyên bi navê Kader Gok û Rumeysa Yilmaz derheqê mijarê de diyar kirin ew ji bo hînbûna Qur’anê hatine û hêj dixwazin Qur’anê ji bîr nekin.

Telebeyên bi navê Fathullah Soyuguzel û Samet Îlbars jî diyar kirin ew ji ber tunebûna camiyê li mektebê Qur’anê hîn bibin û ew ji rayedaran camiyekê teleb kirin.

ÎLKHA

 






































 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler