1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Ji ber ku xwedî li muqedesatê derdiket hat qetilkirin
Ji ber ku xwedî li muqedesatê derdiket hat qetilkirin

Ji ber ku xwedî li muqedesatê derdiket hat qetilkirin

Mustafa Çobanê xwendekarê pola dawî yalîseyê ji ber ku xwedî li muqedesatê derdiket 20 sal berê li Entabê hat şehîdkirin.

A+A-

Mustafa Çobanê xwendekarê pola dawî ya lîseyê ji ber ku xwedî li muqedesatê derdiket di 6ê Hezîrana 1996an de ji teref komek 5 kesî ve hat kêrkirin. Çobanê ku rakirin nexweşxanê 7ê Hezîranê bû şehîd.

Bav Mehmet û dê Ayşe Çoban di derbarê lawê xwe Şehîd Mustafa de ji ÎLKHAyê re axivîn. Wan destnîşan kirin ji ber ku lawê wan xwedî li muqedesatê derdiket 20 sal berê hatiye qetilkirin.Malbata Mustafayî diyar kir ku Mustafa her tim digot ‘Ez jî dixwazim bibim şehîdê ewil ê Entabê ya vî dozê.’ Her wiha malbatê diyar kir ku Şehîd Mustafa ji Qur’ana Pîroz pir hez dikir.

 “Heta nîvê şevê nimêj dikir”

Bav Çoban belav kir ku lawê wî Mustafa pir exlaq xweş û bi edeb bû û her kes jê hez dikir. Dûvre bav Çoban wiha axivî: “Daxwaziya Şehîd Mustafa bes ew bû ku bûbûya şehîd. Xweda jî şehadetê kir nesîbê wî. Em xemgîn bûn lê em bawer dikin ku mekanê wî cinet e. Exlaqê lawê min pir xweş bû. Dema ku dihat malê heta destûr nesitandiba nedihat hindir. Li ber derî disekiniya. Min digot ‘were lawê min’ wisa diket hindir. Gelek bi terbiye bû. Qur’anê pir hez dikir. Heta nîvê şevê nimêj dikir.”

Dê Ayşe diyar kir ku lawê wê Mustafa her tim digot; ‘Ez jî dixwazim bibim şehîdê ewil ê Entabê ya vî dozê.’ û şehadetê dixwest. Dayîk Çoban belav kir ku çavê Mustafa qet di vê dinyayê de nebûye. Derde wî bes Xweda bû.

Dayîk Ayşe di derbarê lawê xwe de wiha axivî: “Min ji bo Mustafa dua kir. Min got ‘Ya Rebbî! Bila Mustafayê min 7 sal di hembêza min de bimîne.’ Min got bes bila heta mezin bibe di hembêza min de bimîne. Min wî ji bo Qur’anê şand mizgeftê. Min got bila lawê min Qur’an hîn bibe.”

 “Her tim wek dua digot ‘Ya Rebbî! Ez bibim şehîdê ewil ê Entabê’”

 Xanim Ayşe wiha rahigand: “Rojek ji min re got; ‘Dayê te gelek zehmetî kişand, ez çawa dikarim ji te re bibim ewladekî baş.’ Pir qedrê me digirt. Ew kur bû lê di gel vî yekê wî her tim alîkariya min dikir. Ewladek pir qenc bû. Dûvre lawê min ê Omer hat dinê. Wî got dayê ez nemam tenê. Birayekê min çêbû. Heke lawê min di rêyek xirab de bimiriya dê min çi bikiraba. Hemd ji Xweda re ku lawê min di rêya Xweda de bû şehîd. Ji xwe wî her tim vî yekê dixwest û dua dikir.”

 “Çavê lawê min di vî dinyayê detunebû”

Dayîk Ayşe diyar kir ku lawê wê ji zarokan pir hez dikir û ew diçû mizgeftê dersa Qur’anê dida zarokan. Dûvre Dayîk axavtina xwe wiha domand: “Ji dibistanê dihat kitabên xwe datinî mal û diçû mizgeftê. Digot; ‘Dê ez li mizgeftê derz bidim zarokan. Ez nikarim ji lawê xwe re bibêjim di rêya Qur’anê de neçe. Ji zarokan pir hez dikir. Wî ji zarokan pir hez dikir û digot; ‘dayê Pêxemberê me serê zarokan miz dida û zarok gelek kêfxweş dibûn.’ Wî her tim ji zarokan re hediye distand.  Çavê lawê min di vî dinyayê detunebû.”

ÎLKHA

 

Bu haber toplam 850 defa okunmuştur

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.