Ji bo 6 bajaran hişyarîya berfê hat kirin
Ji bo Hekkarî, Bidlîs, Mûş, Êlih, Sêrt û Şirnexê hişyarîya berfê hat kirin.
Ji teref Midûrtîya Giştî ya Meteorolojîyê ve ji bo Hekkarî, Bidlîs, Mûş, Êlih, Sêrt û Şirnexê hişyarîya berfê hat kirin.
Di daxuyanîya ku ji teref Midûrtîya Giştî ya Meteorolojîyê ve hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin îşev ji nîvê şevê pêve ew ê li başûrê rojhilatê Anatolîya Rojhilat û sibe jî li Hekkarî, Bidlîs, Mûş, Êlih, Sêrt û Şirnexê berf tesîra xwe zêde bike.
Di berdewama daxuyanîya ku hat belavkirin de hişyarî li gel hat kirin da ku bi tedbîr bin.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.