Ji bo dengê me zêdetir derkeve îhtîyaca me bi piştgiriya gelê me heye

Ji bo dengê me zêdetir derkeve îhtîyaca me bi piştgiriya gelê me heye

Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PAR ê M. Huseyîn Yilmaz li Farqîna Navçeya Diyarbekirê esnaf ziyaret kir û li pirsgirêk û pêşniyaziyê wan guhdarî kir û ji esnafan xwest kû ji bo dengê me zêdetir derkeve îhtîyaca me bi piştgiriya we û gelên me heye.

Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê M. Huseyîn Yilmaz li gel heyeta pêre li Farqîna Navçeya Diyarbekirê esnaf ziyaret kir û li pirsgirêkên wan guhdarî kir. 

Yilmaz li ser rêya Diyarbekir-Êlihê dema esnaf ziyaret kir, ji welatiyan tevecuh û eleqeyek mezin dît.

Ji ber bûyer û hedîseyên li deverê diqewimin esnafekî destnîşan kir ku ew rojên pir zor derbas dikin û wisa got: “Em aramî û hizûrê dixwazin. Bila li memleketê me hizûr hebe em tiştekî din naxwazin. Em naxwazin xwîn bê rijandin. Li Farqînê ji ber bûyerên dawîn, li navçeyê qeyrana aborî heye. Tu kes xweşik dan û sitendinê nakin. Ji ber vê yekê niha piyese di astek sekinî deye. Em hêvî dikin û rica dikin van pirsgirêkên me ji rayedaran re bibêjin.”

Esnafan tepkî nîşan dan û diyar kirin ku bi Biryarnameya Hukmê Qanûnê (KHK) ya ji bo însan têkevin qadroyên dewletê gel hînî rişwetê tên kirin bi nelirêtî û neheqiyê milet dixin ser îşan.    

M. Huseyîn Yilmaz li vir li gilî û gazinên esnafan guhdarî kir û destnîşan kir ku, tesîs kirina edaletê zaf girînge û divê birêveberî adil be û wiha pêde çû: “Pêwiste di her tiştî de edalet hebe. Em ji vê hayîdarin, em li ba meqamên têkildar van tiştana tînin ziman û bi îzna Xweda emê ji vir û pê de jî bînin ziman. Ji bo van pirsgiyêkana bên çareser kirin divê em bi havre bixebirin. Ger yekîtî û ligelhevî tunebe ev îşana çênabin. Ji bo dengê me zêdetir derkeve îhtîyaca me bi piştgiriya gelê me heye.”

Yilmaz derbarê ziyareta esnafên Farqînê de axifî û diyar kir ku em bûn şahid ku esnafên Farqînê di warê aboriyê de dinav tengasî û meşaqetek mezin de ne û wisa got: “Me muşahede kir ku di piyasê de zehmetiyên girîng hebûn. Helbet sebebên vê yên ji hev cuda hene. Lê belê sebebê herî mezin ewe ku li deverê ewlehî û aramî tuneye. Ji xwe esnafên ku me ziyaret kir, bi xwe vê tînin ziman. Di dema ziyaretê de esnafan pirsgirêkek din anîn ziman û gotin; ev demek zêdeye di gel me teleb kir ku bila rêyên navenda Farqînê nû bikin, lê heta niha tu xebatên hatine kirin tuneye. Lewra esnafan ji mere gotin di warê paqijiyê de jî em zordariyê dikşînin. ji ber ku zifistan tê rêyên gelek gundan nehatiye çêkirin û bi taybetî rêya gundê Pirêma nehatiye çêkirin û ev jî dibe sedema mexdûriyetên mezin. Lazime gavek berî gavekî van rêyana bên çêkirin.”    

Yilmaz di berdewama axaftina xwe de bangî rayedaran kir û xwest ku demildest pirsgirêkên, gel bên çareserkirin.

M. Huseyîn Yilmaz axaftina xwe bi vî awayî bidawî kir: “Li hinek gundan di warê çûn û hatinê de pirsgirêk hene. Qaşo îhaleya servîsan hatiye kirin û hatiye qedandin; lê belê xwendekarên ku 5 kîlometra bi niga dimeşin hene. Dema zivistan were van xwendekaranayê zehmetiyên mezin bikşînin. Ji ber vê yekê lazime kesên rayeda vê pirsgirêkê demildest çareser bikin û ji bo xwendekaran servîsekê tayin bikin. Disa jî esnafan xwestin ku li xaçera Sîmmarê sîstema îşaretan bên çêkirin. Ji ber di xeçerê de lembeyên trafikê tuneye gelek qeza pêk tên. Divê kesên rayedar gavek berî gavekî vê pirsgirêkê jî çareser bikin.”   

Yilmaz û heyata pêrê piştî daxuyaniyê ji navçeyê çûn.

ÎLKHA







HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.