Ji bo Helebê dia hat kirin

Ji bo Helebê dia hat kirin

Li Diyarbekirê gelek Saziyên Civaka Siwîl ên Îslamî di pêşîvantîya Şaxa Diyarbekirê ya Cemiyeta Mustezafan de piştî nimêja înê ji qetlîamên ku li Helebê tên kirin re bertek nîşan dan.

Piştî nimêja înê ya ku li Mizgefta Mezin hat edakirin re temsîlkarên STKyan û cemaeta mizgeftê hatin bal hev û pêşî nimêja cenazeya xeybî eda kirin û dû re jî daxuyaniyeke çapemeniyê dan û dia kirin.

Di xutbeya ku ji teref Mela Seîd Yaz ve hat dayîn de qala qetlîamên ku li ser erdnigariya Îslamê tên kirin hat kirin û banga wehdetê hat kirin.Dû re jî di rekata duyemîn a nimêja înê de diaya Qunutê hat xwendin.Piştî nimêjê xelk bi şikleke girseyî ji bo mezlûmên ku li Helebê tên qetilkirin nimêja cenazê ya xeybî eda kirin.Piştî nimêja cenazê ya xeybî ya ku ji teref Mela Seîd ve hat edakirin re li hewşa mzigeftê daxuyaniyeke çapemeniyê hat dayîn û dia hat kirin.

Di dema daxuyaniyê de sloganên mîna ‘Tiştên ku li Helebê tên kirin sûcê şer in, Li Helebê qetlîam heye, Ji bo zalimên bijî cehennem, Qatil Rûsya ji Sûriyê biqewite, Qatîl Emrîka ji Sûriyê biqewite’ hatin avêtin.

Serokê Bajêra Diyarbekirê yê HUDA PARê Şeyhmus Tanrikulu û birêveberiya bajêra partiyê jî beşdarî daxuyaniyê bûn.Piştî nimêja cenazê Mela Mehmet Şenlîk daxuyaniyek da.

Şenlîk di daxuyaniya ku da de wiha axivî: “Em hêrsbûna xwe ya li dijî zaliman di diayan xwe de nîşan bidin.Ji bo ew qehir bibin û li rasta xezeba Xwedê bên divê em vê yekê her tim di diayên xwe de bînin zimên.Em hemû bi hêrs in û bi xemgîn in.Li wê derê cesedên Mislimanan li derve ne, me jî li vê derê nimêja cenazê ya xiyabî ji bo wan eda kir, lê belê hêj cesed nehatine definkirin.Li sikak û di bin enqazan de cesed hene.Ji ber vê yekê ev yek ji bo yekbûna ummetê bûyereke bi îbret e.Ger ku ummet ummetbana dê cesed wisa li sikakan nemabana.Ger ku hêzên wan, dengên wan, dilên wan yek bana dê ev qas perîşan nebûbana û dê bebek û extîyar nehatibana kuştin û dê nexweşxane nehatibana bombebarankirin.Lê belê nexweşxane di ser serê wan de tên xerakirin û firin jî tên xerakirin û sikak û kolan ji cesedan nayê derbas bûn.Hemû kes ketiye taya xwe.Milletê bêxwedî li benda alîkariya ummetê ye.”

Şenlîk di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir ew li dijî zaliman li ba muminan e û wiha dawî li axavtina xwe anî: “Em ê her tim ji bo wan dia bikin.Em dikarin piştî nimêjên ferz jî dikarin diaya Qunutê bixwînin.Ev yek sunneta pêxemberê me ye.Em dia bikin.Xweda bike nesîbê me ku em li dijî zaliman li ba Mislimanan bin û Xweda bike nesîbê me da ku em di rêya muminan de bimeşin û me bike ummetek.”

Piştî daxuyaniya çapameniyê bi şikleke girseyî ji bo Helebê dia hat kirin.(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.