Ji bo heyamê medrese pêwîst e

Ji bo heyamê medrese pêwîst e

Mideriseyên ku beşdarê bernameya Hevdîtina Alimên Kurdistanê bûn di derbarê medreseyan de axivîn. Wan destnîşan kirin ku ji bo heyamê medrese pêwîst e.

Mideriseyên ku beşdarê bernameya Hevdîtina Alimên Kurdistanê ya Duyemîn a ku ji teref Îttîhad’ul Ulema ve hat lidarxistin bûbûn destnîşan kirin ku ji bo heyamê medrese pêwîst e.

Mideriseyên ku beşdarê bernameya Hevdîtina Alimên Kurdistanê ya Duyemîn a ku ji teref Îttîhad’ul Ulema ve hat lidarxistin bûbûn destnîşan kirin ku ji bo heyamê medrese pêwîst e. Ji mideriseyan Talibe Balura ku ji Êlihê beşdarê bernamê bûbû qala giringiya medreseyan kir.

“Heke pîrek isleh bibe civak jî isleh dibe”

Balur wiha axivî: “Me rewşa civakê dît. Em ehemiyeta pîrekan a di nav civaka Îslamê de jî dizanin. Ji bo ku ehlê kufrê vê yekê dizane hewl dide ku pîrekan dejenere bike. Em bawer dikin ku pîrekên me xwe bi ilmên Îslamî bixemilînin dê exlaqê Heyama Seadetê ji nû ve saz bibe. Lewra pîrek ciwakê perwerde dike. Heke pîrek isleh bibe civak jî isleh dibe. Ji ber vî yekê em bi bawer in ku medrese ji bo heyamê pêwîst e. Di derbarê vî yekê de çi ji destê me tê em dikin.”

 “Alimên me ji bo xelasiya civakê van medresan vedikin”

Perwerdekar Selma Altun jî destnîşan kir ku ev hevdîtin wan gelek şad kiriye. Dûvre Altun wiha fikr û ramanên xwe anî ziman: “Di heyama ku alema Îslamê wek pêt û alav dişewite serkeftineke wiha ya ku ji teref alimên me ve hatine lidarxistin me pir kêf xweş kiriye. Herkes bi tiştên cuda re mijûl dibe lê alimên me ji bo hişyariya însanan û xelasiya civakê van medresan vedikin. Xweda ji kesên ku keda wan divî yekê de heye razî bibe.”

“Medrese ji bo heyamê hewce ye”

Altuna ku bal kişand ser hewcedariya medreseyan wiha dawî li axavtina xwe anî: “Di heyameke wiha de medrese pir hewcedar e. Em nikarin zarokên xwe di malê de bigrin. Dê ya biçin dibistanê an jî medresê. Em hemî dizanin ku îro rewşa dibistanan çawa ye. Ji ber vî yekê em bi bawer in ku di vî heyamê de medrese pêwîst e. Em hewl didin ku zarokên xwe di derbarê ilmên fennî û dînî de perwerde bikin.” (ÎLKHA) 








 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.