Ji bo malbateke sînorê birçîbûnê hezar 686 lîre ye
Vê mehê ji bo malbateke 4 kes sînorê birçîbûnê wek hezar û 686 lîreyî hat eşkerekirin û sînorê xizanîyê jî wek 5 hezar û 492 lîreyî hat eşkerekirin.
Konfederasyon Sendîqayên Karkerên Tirkîyeyê (Türk-İş) îfade kir ku di meha gulanê de li gor meheke berê enfîlasyona xida ji sedî 0,34 zêde bû û li gor vê yekê ji bo malbateke 4 kes sînorê birçîbûnê wek hezar û 686 lîreyî û sînorê xizanîyê jî wek 5 hezar û 492 lîreyî hat eşkerekirin.
Di ropora Turk-Îşê de cîha hat dayîn van agahîyan, “Zêdebûna di diwîzan de bandora xwe li ser xidayê bingeh yên gel bikar tînin dikin. Bergirtina di bihabûna benzîn û mazûtê de jî -niha- ji dahatê tê girtin ji ber vê yekê jî ev yekê bandora xwe li ser zêdebûna bihayan bide hîskirin.”
Di meha nîsanê de sînorê birçîbûnê wek hezar û 680 lîreyî hatibû eşkrekirin û bihayê xizanîyê jî wek 5 hezar û 492 lîreyî hatibû eşkerekirin.
Hat hesabkirin ku di mehekê de malîyetê jiyana kesekî azib 2 hezar û 84 lîreye. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.