“Ji bo mirina wî nekeve stûyên wan wî tahliye kirin”

“Ji bo mirina wî nekeve stûyên wan wî tahliye kirin”

ÊLIH - Malbata Seyît Elî Demîryolê ku ji ber nasnameya xwe ya Îslamî hat girtin ji ber îhmalan wefat kir. Malbata Demîryol di derbarê mijarê de destnîşan kir ji bo mirina wî nekeve stûyên wan wî tahliye kirin.

Seyît Elî Demîryol li Bendava Karakayaya Dîyarbekirê memûrtî dikir. Demîryol di sala 2008an de dema ku ji kar ji bo nimêjê dikir biçe mizgeftê ji teref cendirmeyan ve hat binçavkirin û demek şûn de jî ji teref mehkemê ve hat girtin.

Demîryolê ku pê re nexweşiya qensera rovîkan hebû di girtîgehê de rojên bi êş û elem borand. Di sala 2010an de ji ber ku nexweşiya wî lê zêde kir qerar hat dayîn ku infaza cezaya wî bê sekinandin û wî tahliye kirin. Mehek ji ser tahliyeya wî derbas nebûbû ku Demîryol li nexweşxanê wefat kir.

Malbata Demîryol piştî 7 salan di derheqê mijarê de de ji ÎLKHAyê re axivî û qala bêhiqûqiyên ku ew jiyane kir. Malbat di axavtina ku kir de destnîşan kir mehkûmên nexweş ên din berî ku bibin mîna Seyît Elî Demîryol werin serbestberdan.

Eliya Demîryola xanima Seyît Elî Demîryol di derbarê mijarê de destnîşan kir di sala 2004an de di serdegirtina ku li mala wan hat kirin de zilamê wê hatiye binçavkirin û piştî ku 4 rojan wî di binçaviyê de girtine re wî serbest berdane.

“Di girtîgehê baş li wî nedinihêrtin”

Eliye Demîryol di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir piştî ku zilamê wê ji kar derxistine re ew hatine li Êlihê bi cî bûne. Demîryol dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Zilamê min li vê derê di înşaatan de xebitîn. Meaş û sigortaya zilamê min hatibû qutkirin. Di wê pêvojeyê de êşa qenserê pê re derket. Di sala 2007an de ameliyat bû. Bi demê re rewşa wî pir baş bû. Di sala 2008an de dema ku diçû karê xwe dîsa hat binçavkirin. Di girtîgehê de roj bi roj rewşa wî xirab bû û wî rakirin nexweşxanê. Lê li ew der jî mîna hebsê bû û li wê derê jî rewşa wî girantir bû. Dû re cardin wî birin girtîgehê. Me ji xwe re digot îxtîmal e ku ji ber nexweşiya wî serbest bê berdan.”

“Dema ku fêmkirin dê bimre wî berdan”

Eliya Xanim di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir Seyît Elî bi şikleke baş nehat tedawîkirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Rojekê rewşa wî nebaş bû. Dema ku em çûn dîtina wî me dît ku lingê wî bi cihan ve kelepçe kirine. Nehiştin ez nêzî bibim. Di demeke kurt de pir nexweş bû. Dema ku dîtin êdî di ber mirinê de ye bi niyeta cardin girtinê û ji bo mirina wî nekeve stûyên wan wî tahliye kirin. Dû re me wî dîsa bir nexweşxanê û doxtor got ku rojên te jimartîne, biçe rojên xwe yên mayî di nav zarokên xwe de biborîne. Me wî bir malê û piştî demekê wefat kir.”

Eliye Xanim di dawiya axavtina xwe de diyar kir bila qedera mehkûmên nexweş ên di girtîgehan de nebe wek ya Seyît Elî Demîryol û bila mehkûmên nexweş ên di girtîgehan de bên serbestberdan.

“Me peyva bav ji bîr kir”

Emîn Demîryolê ku lawê Seyît Elî ye di derbarê mijarê de destnîşan kir dema ku bavê wî ket hebsê ew hêj zarok bû û ew mecbûr maye dev ji mekteba xwe berde û digel birayê xwe yê biçûk bixebite. Emîn dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Dema ku bavê min hat girtin birayê min 4 salî bû, ez û birayê min me dev ji mektebê berda û dest bi kar kir. Me rojên zehmet borand. Ji ber ku em dixebitîn me bavê xwe di pêvajoya girtîgehê de qet nedît. Me peyva bav ji bîr kir. Bavê me belesebeb hat girtin û wî xistin girtîgehê.”(ÎLKHA)

LKHA)

 

 

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.