Ji bo naaşa Cevzet Soysal bê dîtin xebatên kolanê hatin destpêkirin

Ji bo naaşa Cevzet Soysal bê dîtin xebatên kolanê hatin destpêkirin

Ji bo naaşa Cevzet Soysalê ku di sala 1998an de ji teref FETO ve hat înfazkirin bê dîtin xebatên lêgerînê hatin destpêkirin.

Hat ragihandin ji bo naaşa Cevzet Soysalê ku di sala 1998an de ji teref FETO ve hat înfazkirin bê dîtin ji teref Serdozgerîya Komere ya Êlihê ve  li gundê Guvercînlîya Hezoyê xebatên  kolanê hatin destpêkirin.

Berî vê du hefîyan di bergeha lêpirsîna ku derbarê revandina Cevzet Soysal de  hatibû destpêkirin de 2 jê teqawîdbûyî, 2 jê muwazzaf tev de 4 polês û 2 jê jî ji FETO girtî hatibûn binçavkirin. Kesên ku hatin binçavkirin revandin û cînayetê înkar kirin.

Îstîxbaratvan Hulusî Cemîl Altinliyê ku di weşana zindî de derxist holê bi daxwaza serdozgerîyê bo keşfê hat Êlihê.

Di encama agahîyên ku Altinli û kesên ku hatibûn revandin dan de dozgerî xebata kolanê da destpêkirin.

Hulusî Cemîl Alinti revandina Cevzet Soysal û mala ku wî lê digirtin wiha vegot: O.K bi wesayîta bi marka torosa spî li ber şexs sekinî, A.M. û B. li ser wan parka leşkerîyê hebû û rûyê wan jî nixûmandî bû hema bi lez ji wesayîtê peya bûn û wî şexsî xistin nava wesayîtê. Min bi şiklekek eşkere tiştên ku di nava wesayîtê de diqewimîn didît. Şexsê ji ekîba faîlî meçhul re teslîm kiribûn. Piştî ku şexs nêzî 3-4 seatan li çolterê hat gerandin re dû re hat birin wê mala ku ji teref C. Ve hatibû bikirêkirin. Destê şexsî bi hesina serşoyê ve kelepçe kiribûn. Şexs di nava rojê de bi şikleke kelepçekirî di banyo de dihat girtin û dema ku dibû êvar jî dihat birin çolterê bi lêpirsînê. Li vê malê kesek ji ekîna faîlî meçhûl li ber serê wî şexsî nobet digirt.”(ÎLKHA)
















 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.