Ji bo nimeta avê, 120 sal e ku qurbanan serjê dikin

Ji bo nimeta avê, 120 sal e ku qurbanan serjê dikin

ÊLIH - Li gundê Goxê ya girêdayê Hezoya Êlihê ehlê gund ji bo nimeta ava ku ev bû qernek ku diherike ji bona edakirina şikrê ya ji Xwedê re qurbanan serjê dike.

Li gundê Goxê ya girêdayê Hezoya Êlihê ehle gund ji ber nimeta ava ku ev bû çend qern diherike ji bona edakirina şikrê ya ji Xwedê re qurbanan serjê dikin.Li gund tevde 250 malbat hene û nifûsa gund 800 kes e.Ehlê gund ji bo edakirina şikrê her sal di meha Tebaxê de qurbanan serjê dikin.

Ehlê gund di derheqê kevneşopiya ku ev bû nêzî qernekê berdewam dike de ji ÎLKHAyê re axivîn.Gundiyên ku ji ÎLKHAyê re axivîn destnîşan kirin ew bi serjêkirina qurbanan ji Xwedê re şikrên xwe eda dikin.

Di derbarê mijarê de nîştecihê gund Burhan Toprak destnîşan kir ev kevneşopiya qurbanê 120 sal e ku berdewam dike û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji mêj ve bav û kalên me ji bona ku ava vê derê ziwa nebe dihatin vê derê û qurbanan  serjê dikirin.Li gor gotinan sala ku qurban serjê nedikirin, ava kahniyê kêm dibû û ziwa dibû Ji ber vê yekê, vê meselê ji alimên wê demê pirsîne.Alim jî serjêkirina qurbanê ji wan re tewsiye kirine.Ji ber vê tewsiyê ev bi salan e ku qurban tên serjêkirin.Bi goştên qurbanên ku tên serjêkirin xwarin tê çêkirin û ji xelkê re tê belavkirin.

 “Ev qurbanên ku em wan serjê dikin ji bo vê ava ku Xweda bexşî me kiriye tên serjêkirin”

Kesê bi navê Emer Kol jî di derbarê mijarê de destnîşan kir ew ji bona vê ava ku Xwedê ji wan re bexş kiriye tên  ziyareta vê derê û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em wek gundîyan her sal ji bona vê nimêta avê tên vê derê.Em her sal qurbanan serjê dikin.Em van qurbanan ku wan serjê dikin ji bo vê ava ku Xweda bexşî me kiriye tên serjêkirin.”(ÎLKHA)

 













 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.