Ji bo Şehîdên Misirê û ji bo Yûsifîyan daxuyanîya çapemenîyê hat dayîn

Ji bo Şehîdên Misirê û ji bo Yûsifîyan daxuyanîya çapemenîyê hat dayîn

Di daxuyanîya çapemenîyê ya ku li Edenê hat tertîpkirin Sîsîyê darbeker ê ku 9 xortên Îxwanê şehîd kir hat telînkirin û ji bo mehkûmên Yûsifî yên li Tirkîyê jî edalet hat telebkirin.

Ji teref Koordînatorîya Edenê ya Înîsîyatîfa Malbatên Mexdûrên Daraza FETO û 28ê Sibatê ve  bi beşdarbûna bi dehan STKyan daxuyanîya çapemenîyê hat dayîn. Di daxuyanîya ku çapemenîyê ya ku hat tertîpkirin de Sîsîyê dîktator ê ku 9 xortên endamên Îxwanê şehîd kir hat telînkirin û ji bo mehkûmên Yûsifî yên ku mexdûrên daraza FETO û 28ê Sibatê ne re jî edalet hat telebkirin.

Daxuyanîya çapemenîyê li Qada 5 Ocakê ya Edenê piştî nimêja înê hat tertîpkirin.

 “Em ji bo birayên xwe yên şehîd ên li Misirê û ji bo Yûsifîyan li vê derê ne”

Bername bi tîlaweta Qur’ana Kerîm dest pê kir û bi axavtina Orhan Erkuşê Berdevkê Edenê yê Înîsîyatîfa Malbatên Mexdûrên Daraza FETO û 28ê Sibatê berdewam kir. Erkuş di daxuyanîya xwe ya ku da de destnîşan kir ew şehadeta wan 9 xortên ku ji teref Sîsîyê dîktator ve hatine şehîdkirin tebrîk kir û Sîsîyê dîktator jî telîn kir û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em ji bo birayên xwe yên şehîd ên li Misirê û ji bo Yûsifîyan li vê derê ne.

 “Xweda dê heyfa Mislimanan bistîne”

Piştî axavtina Erkuş, Serokê Meclîsa Înîsîyatîfa Sîwîl ê Edenê Mahmut Erslan axivî. Erarslan di axavtina xwe ya ku kir de destnîşan kir “Fîrewnên vê esrê hene. Ew kes her çi qas bibêjin em Misliman in bi temamê hebûna xwe wek kafiran jiyana xwe didomînin. Ger ew kes Misliman bana îro vê zilmê nedikirin. Li Misirê 9 birayên me hatin şehîdkirin. Xweda hakim e û xwedî tolhildanê ye. Xweda dê heyfa Mislimanan bistîne.”

Di berdewama daxuyanîyê de temsîlkarên çend sazîyên sîwîl wisa axivîn:

Serokê Bajêr ê Ozgur-Derê: “Sîsî nîşan da ku ew pêlîstoka îsraîl, Amerîka û Siûd e.”

Rayedarê Weqfa Medenîyetê Serdar Gurbey: “ Li ber çavên me însanetî tê qertilkirin.”

Parêzer Şewirmend ê Hiqûqê yê Însîyatîfê Hakan Ozbay: “Pêşî Çeçenistan, Filistîn û Tirkistana Rojhilat û niha jî Misir. Wekî din li welatê me jî mexdûrîyet di dozên Hîzbûllah, Hîzbuttahrîr, Sêwas û Wesetê hene.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler