Ji bo wan kesên ku ji Xwedê re îtaat dikin tu carî mexlûbîyet tune ye

Ji bo wan kesên ku ji Xwedê re îtaat dikin tu carî mexlûbîyet tune ye

Mela Muhammed Beşîr Varolê ku balan kişand li ser ehemîyeta îtaatkirina ji Xwedê re derbarê mijarê de diyar kir “Ji bo wan kesên ku ji Xwedê re îtaat dikin tu carî mexlûbîyet tune ye.”

Ji teref Şaxê Entabm ya Cemîyeta Mustazafan ve semînerek hat tertîpkirin. Mela Muhammed Beşîr Varolê ku wek axavtvan beşdarî bernamê bû balan kişand li ser tahrîfata ku tê xwestin li ser Qur’anê bê kirin û derbarê jiyana li gor Qur’anê de nirxandinan kir.

“Dema ku însan guh dane enbîyayan, emrên Xwedê û pêxemberên wî  û li gor wan hereket kirine  û li gor kitêb û nîzama Xwedê jiyane  her tim bextewar û şad bûne”

Mela Muhammed Varol di axavtina xwe de diyar kir sunnet bo famkirina Qur’ana Kerîm temamê xalan di nav xwe de dihewîne ku hinek kes hewl didin û dixwazin Qur’an û Sunnetê ji hev biveqetînin. Mela Muhammed dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Dema ku însan guh dane enbîyayan, emrên Xwedê û pêxemberên wî  û li gor wan hereket kirine  û li gor kitêb û nîzama Xwedê jiyane  her tim bextewar û şad bûne, di nav heq û edaletê de jiyane û tu car zalim musallatî wan nebûne. Lê belê ew kesên ku guh nedane enbîyayê Xwedê  her tim kesên mîna Fîrawn, Şeddad, Nemrûd û Ebû Cehil musallatî wan bûne, her tim husran bûne û tu carî rûyê saadet û hizûrê nedîne.”

 “Ji bo wan kesên ku ji Xwedê re îtaat dikin tu carî mexlûbîyet tune ye”

Varol di berdewama axavtina xwe de diyar kir dostên Xwedê her tim xalib hatine û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji bo wan kesên ku ji Xwedê re îtaat dikin tu carî mexlûbîyet tune ye, bes bila îtaatî Xwedê bikin. Dema ku zafer nehat divê meriv xwe bikşîne hisabê. Divê ji xwe bipirse “Ka çima ev zafer dereng ma?’ Ger însan gunehan bike, guh nede fermanên Xwedê û li gor wî hereket neke, dê Xweda ji kesên zalim re alîkarîyê neke. Lê belê ger em ji Xwedê re îtaat bikin wê demê tu carî mexşûbîyet nabe nesîbê Mislimanan. Di Qur’ana Kerîm de tê gotin ‘Terefdarên Xwedê her tim xalib in.”

 “Divê em li gor fermanên Xwedê hereket bikin”

Varol di berdewama axavtina xwe de diyar kir divê însan heta ku sax bin li gor fermanên Xwedê hereket bikin û dû re wiha got: “ Ji ber wê yekê divê em hisabê xwe li gor wê bikin.  Madem me ji Xwedê re îman anîye, Rebbê kaînatê Xweda ye wê demê pêwîst e ku em heta ku bimirin li gor fermamên Xwedê hereket bikin.”

 “Ger îmtîhan tunebana dê mirin jî tunebana”

Varol di berdewama axavtina xwe de diyar kir ev dinya cihê îmtîhanê ye û dû re weha li axavtina xwe zêde kir: “ Xweda jiyana û mirinê afirandiye da ku ew kesên ku amel baş bikin, îmtîhanê qezenc bikin û ew kesên ku amelên nebaş bikin û îmtîhanê winda bikin diyar bibin. Hayat ji merhaleyên dinya û axretê pêk tê. Merhaleya dinyayê bo axretê ye. Merhaleya axretê jî cihê mukafat û cezayê ye. Perwerdehî, amel û îmtîhan bi vê yekê ne. Xweda Teala em xuliqandine û em şandine vê dinyayê. Ji me re pêxember, kitêb şandiye û me li vê dinyayê terbîye dike, perwerdehî dide me û li gorî wê yekê jî em tabiê îmtîhanê dike. Piştî vê yekê ew kesên ku îmtîhanê qezenc kirine û nekirine bi wesîleya mirinê tên birin ber bi salona mukafat û cezayê ve. Mirin bo vê yekê ye. Ger mirin û îmtîhan tunebana  Xwedê însan qet nediafirand an jî ew ê Xwedê ew rasterast şandibana dinyaya ebedî.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.