“Ji bo xelkê tehrîq bikin cezayan dinivîsînin”

“Ji bo xelkê tehrîq bikin cezayan dinivîsînin”

Diyarbekiriyên ku diyar kirin ji teref DEDAŞê ve ji wan re neheqî ceza tê nivîsîn destnîşan kirin ji bo xelkê li dijî dewletê tehrîq bikin cezayan dinivîsînin.

Welatiyên ku li Çinara navçeya Diyarbekirê dijîn  digel ku ceyrana qeçax bi kar neanîne ji teref DEDAŞê ve ji wan re ceza hat nivîsandin. Çinariyan di derbarê mijarê de destnîşan kirin gelek ji wan haya wan ji cezayê jî nîne û dema ku diçin heqê ceyranê razînin ji cezayê haydar dibin. Çinarî her wiha diyar kirin personelên DEDAŞê digel ku tu delîl tune ye jî dîsa cezayên pir zêde ji wan re dinivîsînin.

 

Nîştecihên navçê destnîşan kirin ku ew mijarê ji rayedaran re gotine lê tu kes bi mijarê re eleqedar nebûye. Nîştecih a niha li benda çareseriyê ne.

Hemwelatî îddîa kirin ku Dîcle DEDAŞ bi vê helwesta xwe dixwaze ku xelk di referandûma 16ê Nîsanê de dengê “Naxêr” bide.

 Orhan Gultekîn e ku dikana wî ev 8 meh e girtî ye û dîsa jê re ceza hatiye nivîsin di derbarê mijarê de wiha axivî: “ Seata min ceyranê girtî ye, lê dîsa bi îddîaya bikaranîna ceyrana qeçax ji min re ceza hat nivîsîn. Ji bo xelkê li dijî dewletê tehrîk bikin  cezayên pir zêde dinivîsînin. Dû re jî derdikevin û dibêjin ‘Vê yekê Serokomar û Serokwezîr dike.’ Tenê sedemeke vê heye ku ew jî tesîr hiştina li ser referandûmê ye. Em çûn DEDAŞê û me ji rewşê re îtîraz kir. Me ji wan re got ku werin seata me kontrol bikin em ceyrena qeçax bikar nayînin. Lê nehatin û daxwaznameya me red kirin. Madem tê qeçax tespît kiriye were îptal bike. Lê nayê çima lewra qeçax tuneye. Em ji rayedaran teleb dikin ku vê meselê baş lêkolîn bikin.”

 “Îtîrazên me bêfeyde ne”

Mîkaîl Onen jî di derbarê mijarê de destnîşan kir ew gelek caran îtîraz kirine lê wan tu netîce negirtine. Onen dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Em ji teref Dîcle DEDAŞê ve tên mexdûrkirin. Bi ceyrana qeçax emelkirin tuneye û ceza dinivîsînin. Ji sê aboneyên me re bi hinceta emelkirina ceyrana qeçax tev de 16 hezar tl ceza birîne. Tiştê ku kirine ma zilm e?  Ger ku me bi qeçaxê emel kiribana ceza ser çavên me. Em ji rewşê re îtîraz dikin, lê qebûl nakin û nayên seatên me kontrol nakin. Em ji rayedaran teleb dikin ku vê meselê baş lêkolîn bikin.”

 “Li nomreya derî nihêrtine û 2 hezar tl ceza birîne”

 Kesê bi navê Îbrahîm Tuna jî îddîa kir beyî ku li seata wî binêrin jê re 2 hezar tl ceza hatiye nivîsandin. Turan dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di meha çileyê de ez li nexweşxanê bûm. Li malê tu kes tunebû. Li nomreya derî nihêrtine û 2 hezar tl ceza birîne. Rapora min jî heye.  Dema ez çûm heqê ceyranê razînim haya min ji cezayê çêbû. Wezîfedar ji min re got cezaya te ji ber ceyrana qeçax e. Ez bi ceyrana qeçax emel dikim.”

Kesê bi navê Mehmet Salih Taşli jî destnîşan kir ji qeçaxa tuneye re ji teref DEDAŞê ve ceza hatiye nivîsîn.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.