“Ji bona zilmên ku tên kirin bi dawî bibin bila cardin lawê min bidarizînin”

“Ji bona zilmên ku tên kirin bi dawî bibin bila cardin lawê min bidarizînin”

Turgay Bîlge ji ber nasnameya xwe Îslamî ev bû 21 sal ku di girtîgehê de ye.Hayrîye Bîlgeya ku dêya Turgay e di derbarê lawê xwe de diyar kir lawê wê ev bû bi salan bêsûc û belesebeb di girtîgehê de digirin.

Turgay Bîlge,  ji ber nasnameya xwe Îslamî ev bû 21 sal ku di girtîgehê de ye.Hayrîye Bîlgeya ku dêya Turgay e di derbarê lawê xwe de diyar kir lawê wê ev bû bi salan bêsûc û belesebeb di girtîgehê de digirin û dûvre wiha li axavtina xwe zêde kir “Ez heqê xwe li dewletê  helal nakim, bila lawê min cardin bê darizandin.”

Hayrîye Bîlgeya ku bang li Serokomar û Serokwezîr kir  dozên Ergenekon û Balyoz bi bîr anî û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Hemû hukm xwaribûn û cardin hatin darizandin.Di encamê de tev hatin serbestberdan.Lê belê gelek mislimanên ciwan ên mîna lawê min ji ber bawerîya xwe bi sûcên bêbingeh ev bi çend sal e ku di girtîgehan de tên girtin. Ez jî dixwazim ku lawê min cardin bê darizandin.”

Dê Bîlge di berdewama axavtina xwe de wiha axivî: “Xort dersa Qur’anê didan zarokan û hewl didan zarokan ji tiryakê dûr bikin.Her wiha terbiya Îslamî didan wan.Tiştê ku wan xortên ku ji ber bawerîya xwe têketin girtîgehê kirine ev in.”           

“Di heftiyekê de ez diçûm ziyareta 3 lawê xwe”

Xanima  Hayrîye di derbarê mijarê de axavtina xwe wiha domand: “3 lawê min jî di heman girtîgehê de bûn, ez di ser vî halê xwe ya nexweş de mecbûr im ku bi meaşa xwe ya teqawidê li her sêyan binêrim.Ez di nava heftiyekê de roja sêşemê diçûm Bîngolê, roja çarşemê diçûm Xarpêtê û roja înê jî diçûm Sêrtê.Xwedê Teala lingên wan li ser rêya Îslamê sabît bike.Bila zalim bizanibin zarokên min dev ji vê rêyê bernadin û ew ê heta ku bimrin vê rêyê bidin berdewamkirin.Lewra doza me doza Xweda ye.36 sal ceza dan lawê min û ev bû 21 sal ku di hepsê de ye.Lê hemd ji Xwedê re ku ez dîsa ne poşman im, lewra doz doza Îslamê ye.”

 “Di salên 90î de gelek zilm hatin kirin”

Dê Bîlge di berdewama axavtina xwe de diyar kir dozger û hakimên salên 90î hez ji Îslamê nedikirin û ji Îslamê re neyartiyê dikirin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di wê demê de gelek zilm dihatin kirin.Lawê min dê mekteba xwe xelas kiribana û ew ê ji Îslamê re xizmet kiribana.Lê wî avêtin girtîgehê.Dîsa hemd ji Allah re bi vî awayî jî dikin û ew ê bikin jî.Lewra em misliman in û rêwiyê vê rêyê ne, em ê di vê rêyê de canê xwe teslîmî Allah bikin.”

 “Ji tirsan em nikaribûn bibêjin em ê biçin girtîgehê”

Dê, cardin bi bîr anî ku lawên wî yên bi navê Vedat, Turgay û Sedat di heyamekî de her sê di heman girtîgehê de bûn û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Yek ji wan 5, yek jî 6 sal di girtîgehê de ma.Lê belê ev bû 21 sal ku lawê min Turgay di girtîgehê de ye.Ez û hevalên min yên ku lawê wan di girtîgehê de bûn em di seat 02.00an de şiyar dibûn û li ber Qeraqola Baglarê li benda wesayîtê disekinîn.Polês dihat  û ji me re digot çima hûn vê seatê li vê derê rawestiyane.Me jî ji tirsan nediwêra ku em bibêjin em ê biçin girtîgehê.Me digot em ê biçin ziyaretê.Bi vî awayî em di bin şert û mercên giran û zehmet de diçûn ba lawên xwe.Gelo Xwedê Teala ew ê van ji zaliman re bihêle.”

 “Ji ber ku em çûn camiyê û ji ber ku em îslamê jiyan ma me vê heq kir?”

Xanima Hayrîye diyar kir di dema ku ew diçûn ziyarete ew bi seatan li  ber girtîgehê dihatin sekinandin û esker û gardîyan sixêf li wan dikirin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji ber ku em çûn camiyê û ji ber ku em îslamê jiyan ma me vê heq kir? Lawên me  ji kesên tiryakkêş û serxoş re Îslamê vedigotin û li wan xwedî derdiketin.Gazî wan hîdayetê dikirin, ji wan re cil û berg dikirîn û wan dibirin camîyê.Ez ji we pirs dikim ev ê sûc, ev e xeta? Heger ev xeta û sûc be bereketa Xwedê li wan be ku van sûc û xetayan kirine.”

 “Ji hakim û Wezîrê Dadê bigirin em ê heta Serokwezîr gilîdar bibin”

Xanima Hayrîye di berdewama axavtina xwe de bang li temamê kesên rayedar kir û wiha got: “Heger lawê yekî ji we di hebsê de bana hûn ê çawa û çi kiribana? Em malbat ji eziyet û zehmetiyên cûrbecûr re hatin mehkûm kirin.Çima hêj vê zilmê li me dikin? Kesên ku pitikên di pêçekan de kuştin li derve digerin, lê belê lawê min û bi hezaran ciwanên weke lawê min bêsûc û belesebeb bi salan di hebsê de ne.Li axretê be jî em ê ji doza xwe venegerin. Ji hakim û Wezîrê Dadê bigirin em ê heta Serokwezîr gilîdarî bibin”

 “Ez dixwazim bila lawê min cardin bê darizandin”

Xanima Hayrîye di berdewama axavtina xwe de diyar kir dewlet bi kirina vê zilmê cezayê him dide malbatan û him jî dide ewladên wan.Kesên bê kes, nexweş û xwedî zarok hene.Kesên ku ev bû çend meh zarokên xwe nabînin hene.Wellah û billeh em heqê xwe li dewletê helal nakin. Ez dixwazim ev zilma ku tê kirin eşkere bibe.Dewlet ji vê yekê re mecbûr e.Ne hindik e, ev bû 21 sal ku di girtîgehê de ye.Em îadeya heqên xwe dixwazin.”

Turgay Bîlge di salên 90î de di seyda ‘Sûrekê’ ya ku li dijî xelkê Misliman hatibû destpêkrin de  hatibû girtin, gelek îşkence lê hatibûn kirin  û di netîcê de bi sûca endambûna Cemaeta Hîzbullah hatibû girtin û jê re 36 sal ceza hat birîn.Ev bû 21 sal ku Turgay Bîlge di girtîgehê de ye. Dêya Turgay Bîlge di derbarê rewşa xwe de diyar kir êdî ew pîr bûye û ew nema dikare biçe ziyareta lawê xwe, êdî bila ev zilm bi dawî bibe.(ÎLKHA)

 

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.