Ji Cemîyeta Mistez’efan peyama Qendîla Mîracê

Ji Cemîyeta Mistez’efan peyama Qendîla Mîracê

NAVENDA NÛÇEYAN - Navenda Giştî ya Cemîyeta Mistez’efan ji ber ku îşev Qendîla Mîracê ye di derbarê qendîlê de peyam weşand.

Bi minasebeta şeva Mîracê ya ku ji mûcîzeyên Hz Muhemmed (sxl) ên herî mezin yekî ye Navenda Giştî ya Cemîyeta Mistez’efan di derbarê vî şevê de peyam weşand.

Di peyama ku hat weşandin de qala Îsra û Mîracê hat kirin û hat diyarkirin ku di vî şevê de di serî de nimêj Xwedê Teala gelek nîmet û îkram pêşniyazê Mislimanan kiriye.

Mesaj bi ayeta yekem a Sûreya Îsrayê wiha dest pê kir: “Xweda ji her kêmasî û pûçiyê pâk û berî ye, ew ê ku evdê xwe (Muhemmed) di şevekî de ji Mescîdu’l Heramê (Kabe) biriye Mescîdu’l Eqsaya ku me hawîrdora wî pîroz kiriye da ku em nîşan û ayetên xwe şanî Wî bidin. Bê guman Xweda ji her tiştî xeberdar e.” Dûvre peyam wiha hat domandin:

“Resulullah li Dergahê Îlahî rewîtiyekê bi hikmet pêk aniye”

“Îşev dê Qendîla Mîracê were îdraqkirin. Ev şev di Qur’ana Pîroz de wek Îsra û Mîrac tê diyarkirin. Ev yek litf û kerema Xwedê Teala ye. Ew şev ji aliyê beşeriyete ve mefhûma cî û wextê ji holê rabûye. Xwedayê ku ji her kêmasiyê berî ye Resûlê xwe Hz Muhemmedê wî şevê derêxistiye rêwîtiyekê mûcîzewî ya ku bi hikmet bû. Mûcîzeya Mîrac û Îsrayê ya ku di şeva 27emîn a meha Recebê de pêk hatiye Resulallah ji Mescîdu’l Heramê (Kabe) çûye Mescîdê Eqsayê. Ji wir jî wek yeqînî  temaşe qudreta Xwedê Teala kiriye û li Dergahê Îlahî rewîtiyekê bi hikmet pêk aniye.”

Di peyamê de hat belavkirin ku di Mîracê de litf û kerema Xweda heye. Dûvre peyama wiha hat domand: “Di kesayeta Hz Muhemmed Mustefa Aleyhîselat û Wesselamî de di Mîracê de 3 nîmetên mezin ji Ummetê re hatiye îhsankirin. Yekî mîraca Munînan nimêj, ya duyemîn her du ayetên herî dawî yên Sûreya Baqarayê ya din jî kesên ku xwediyê eqîdeya tewhîdê ye dê ji bo xilasiya sermedî were rizgarkirin. Em div î şevê de ji Xweda dixwezin ku van bike nesîbê me.”

Her wiha di peyamê de hat destnîşankirin ku Misliman niyazmendê yekitî, biratiyê ne û ji ber vê yekê di vê ku Misliman di vî şevê de gelek tefekûr bikin, daxwaziya efû û mexfîretê bikin. Dûvre wiha dawî li peyamê hat: “Bi hirmet û rûmeta vî şevê em destê xwe ji Xwedê Teala re vekin. Em minaceat û diayê li Xwedê Teala bikin. Em jê daxwaz bikin ku bila rehm û mexfîretê li me bike, qiwetê bide me, wehdetê bike nesîbê me û me ji nîfaq, tefrîqe, fitne û şeytanan dûr bike. Bi vî minasebetê wek Cemîyeta Mistez’efan em Qendîla Mîracê ya alema Îslamê tebrîk dikin û em hêvîdar in ku ev şev bibe wesîla rojên xweş û aram.” (ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler