1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Ji Cemiyeta Mustezefan peyama Şehît Aytaç Baran
Ji Cemiyeta Mustezefan peyama Şehît Aytaç Baran

Ji Cemiyeta Mustezefan peyama Şehît Aytaç Baran

DİYARBEKİR - Navenda Giştî ya Cemiyeta Mustezefan bi minasebeta salvegera şehadeta Aytaç Baranî peyamek nivîskî weşand.

A+A-

Serokê Yenî Îhya-Derê û endamê HUDA PARê Aytaç Baran par dema ku diçû mala xwe êrîş hatibû kirin û şehîd bûbû. Navenda Giştî ya Cemiyeta Mustezefan bi minasebeta salvegera şehadeta Aytaç Baranî peyamek nivîskî weşand.

Di peyamê de bal hat kişandin ku her tim herba heq û neheqiyê hebûye. Dûvre peyam wiha hat domandin: “Dê kerwana şehîdan heta qiyametê bidome. Çawa ku pêşîvanên vî kerwanê hebûne dê yên ku dûvre jî beşdarê kerwanê bibin hebe. Huseyîn, Selahaddîn, Abdulselam, Yasîn û Aytaç ne şehîdên ewil bûn û ne dê yên dawî bibin.”

Peyam wiha hat domandin: “Carinan em di mizgeftan de bûn Susa. Me Abdulselamên xwe di zindanên tarî de di bin îşkenceyan de qurban da. Roj hat em li Qerecdaxê bi mayînan perçe perçe bûn. Me di 6-7ê Cotmehê de ji apartmanan avêtin. Me dan ber berikan, me şewitandin. Me li pey Yasînê xwe yê biçûk şîn girt. Lê ev bes nebû. Zalim ji xwîna ku dirêjandin têr nebûn. Dema ku tarîxê 9ê Hezîrana 2015an da nîşandan Aytaç Baranê ku ji biçûktiya xwe pê ve her tim bi Qur’ana Pîroz re hemhal dibû bû hedefa berikên ku failên wê diyar e. Xebera şehadetê hemî Mislimanan bi şiklekî kur xemgîn kiribû û dilê wan şewitandibû. Ew dawetvanê Îslamê ya xwedî dengê nazik û nazenîn û xwedî tewazu bûbû şehîd.”

Di dawiya peyamê de wiha hat diyarkirin: “Em di salvegera şehadeta birayê me yê hêja Şehît Aytaç Baranî pîroz dikin, wî bi rehmet bibîrtînin û hesret yad dikin. Ne yên beriya wî hatin bîrkirin û ne dê yên pişt re werin jibîrvekirin. Dawiya doza me hemdkirina ji Xweda re ye.” (ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.