1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Ji darbekeran efû û ji xizmeta Îslamî re ceza
Ji darbekeran efû û ji xizmeta Îslamî re ceza

Ji darbekeran efû û ji xizmeta Îslamî re ceza

Hecî Ekînekerê ku ji mexdûrên FETO ye destnîşan kir ew kesên ku li welêt darbe kirin û teşebûsê darbê kirin hatin efûkirin, lê ji lawê wî Burhan re ji ber xizmetên Îslamî 19 sal ceza hat dayîn.

A+A-

Hecî Ekînekerê ku 75 salî ye ji Bîngolê dijî yek ji wan mexdûrên kumpas û komployên FETO ye ku lawê wî Burhan Ekîneker ji ber xizmetên xwe yên Îslamî bi kumpas û komployan hat girtin û jê re 19 sal ceza hat dayîn. Hecî Ekînekerê ku derbarê mexdûrîyeta lawê xwe de daxuyanî da destnîşan kir ew kesên ku li welêt darbe kirin û teşebûsê darbê kirin hatin efûkirin, lê ji lawê wî Burhan re ji ber xizmetên Îslamî 19 sal ceza hat dayîn ku ew wan kesên ku ji vê yekê re bûne sebeb hewaleyî Xwedê dike.

Hecî Ekîner di daxuyanîya xwe ya ku da ÎLKHAyê de diyar kir lawê wî hêj dema ku 19 salî bû dest bi xizmetên Îslamî kiriye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di destpêkê de tiştê ku ew dikir min bi xwe jî qebûl nedikir. Elbet min wî demî weke îro nedifikirîm. Di vî warî de xeletî ya min e. Ew kesên ku ji xebatên Îslamî aciz bûn wê demê lawê min girtin û birin û 12 salan di girtîgehê de girtin. Dû re ew berdan. Piştî 5-6 mehan mehkeme cezaya hepsa muebbet dayê. Ji ber vê yekê mecbûr ma ku hîcret bike. Ez jî nizanim li kû ye. 12 salan di girtîgehê de girtin û sûcek nedîtin ku bavêjin sitûyê wî û ceza nedanê; lê belê piştî ku ji girtîgehê derket bi şiklekî ceza danê. We çima di naveyna 12 salan de ceza nedayê.”

 “Çavên li rêya wî ne”

Bav Ekîneker di berdewama axavtina xwe de diyar kir 12 salan ji ber hepsê û 7 sal jî ji ber hicretê ew lawê xwe nedîye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “. Muheqqeq musebbîbekî vê yekê heye. Gelo Xweda ji wan kesên ku bûne sedem ku bavek 19 salan ji lawê xwe dûr bikeve qet hisab napirse? Gelo ew kes dê hisabê nedin Xwedê?”

“Ji darbekeran efû û ji xizmeta Îslamî re ceza”

Hecî Ekîneker di dawîya axavtina xwe de qala mexdûrîyet û neheqîyên ku li welêt tên kirin kir û wiha dawî li axavtina xwe anî: “ Wan kesên ku xwestina Tirkîyê hilweşînin, wan kesên ku gilîyê Tirkîyê li welatên biyanî kirin û wan kesên ku dê û bavên xwe kuştin tevekan efû kirin. Ez ev bû 19 sal ku ez ji lawê xwe dûr im. Tu kes naxwaze mexdûrîyeta me bibîne. Ev 19 sal e ku ne şev û ne jî roj ji min re heye. Gelo me heq û hiqûqê min tune ye. Ew merhemetê ku li vî welatî ji fahîşeyan, qatil û faîzvanan re tê nîşandan çima ji Mislimanan re nayê nîşandan?  Sûcê lawê min çi ye?  Ez temamê wan kesên ku bûne sedema vê mexdûrîyetê  û vê yekê bi me dane kişandin hewaleyî Xwedê dikim.”

ÎLKHA

Bu haber toplam 510 defa okunmuştur

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.