“Ji daxwaza gel a ‘Otobusa Pembe’ re bêdeng nemînin”

“Ji daxwaza gel a ‘Otobusa Pembe’ re bêdeng nemînin”

Serokbajarê HUDA PARê yê Rihayê Lokman Yalçin îfade kir ku daxwaza jinan a “Otobusa Pembe” ne daxwazeke cudakere , ev daxwaz daxwazeke mafdar e û divê di cîde tekeve rojevê û bê sepandin.

Serokbajarê HUDA PARê yê Rihayê Lokman Yalçin, îfade kir ku li hin bajaran sepandina otobusên pembe dest pê kiri ye. Yalçin di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku berya niha jî wan di vî warî de xebat kiribûn.  

Yalçin, destnîşan kir ku di demên dawî de xwendekarên qîzîk partîya wan zîyaret kiriyê û zehmetîyên ku di otobusên tomarî de dikşînin ji wan re gotîyê û wiha got: “Me ev mijara berya niha jî anîbû rojevê û di vî warî de daxwaza gelê me tevî heye. Divê ev daxwaza ji bo jinan wek cudahîyekê neyê dîtîn, lazim e ev daxwaz ji bo jinan wek cudahîyek erênî bê dîtîn.”

Yalçin, di berdewama axaftina xwe de îfade kir ku berya niha ev sepandina li bajarên wek Stenbol û Meletê hatîye destpêkirin û gel ji vê yekê zaf memnûnin û wiha got: “Me di vê mijarê de ji Serokê Şaredarîya Bajarê Mezin yê Rihayê Nîhat Çîftçî randevû teleb kir, lê belê heta niha tu kes li me venegerîyan.”

Yalçin, bi bîr xist ku di dema serokatîya Ahmet Eşref Fakirbaba û Celalettîn Guvenç de bi hezara îmze hatin komkirin û teslîmî wan hatibû kirin û wiha got: “Di gel di vî warî de daxwaza gel tevî heye jî, li Rihaya me çi hîkmet e ev sepandina ‘Otobusa Pembe’ qet nakeve rojevê.”Yalçin, axaftina xwe wiha dewam kir û got: “Ez ji vir bangî Serokê Şaredarîya me birêz Nîhat Çîftçî dikim. Ji daxwaza gel ya ‘Otabusa Pembe’ re bêdeng nemînin. Gelême gelekî oldar û Misliman e û daxwazeke gelê me ya wisa heye. Ev daxwaz daxwazeke siriştî û dicî de ye. Heger hûn dixwazin daxwaza gel ya ‘Otobusa Pembe’ di cî de bibînin, kerem bikin werin em bi hev re sibehekê herin Kampusa Osman Bey ya Zanîngeha Herranê û em rêwîtîyê bikin. Hûnê bi çavê xwe bibînin ku bê çima gel daxwaza ‘Otobusa Pembe’ dikin. Xwendekarên me yên qîz yên ku diçin Zanîngehê tiştên wisa ji me re dibêjin ku bi rastî dilê me razî nabe ku ew herin û têkevin wan otobusan. Di dema rêwîtîyê de otobus tije dibe. Ji ber vê yekê bûyerên tacîza zayendî tên kirin. Di vî warî di qîzên me yên ku li Zanîngehê dixunîn ji vê dirûmê zaf gazinkarin.

ÎLKHA






 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.