Ji Evindarên Pêxember peyama Qandîla Mewlûdê

Ji Evindarên Pêxember peyama Qandîla Mewlûdê

Weqfa Evîndarên Pêxember ji ber minasebeta Qandîla Mewlûdê peyamek weşand, di peyama ku hat weşandin de hat destnîşankirin bîranîn, fêmkirin û jiyana sunneta Hz. Muhammed her tim li ser temamê Mislimanan wezîfeyek e.

Di peyama ku hat weşandin de ayeta 31emîn a Alî Îmranê “(Resûlê min)Bibêje: Ger hûn ji Xwedê hez dikin, tabi’ê min bibin da ku Xweda jî ji we hez bike û gunehên we efû bike. Xweda pir bexşende û mihrîban e.” di bîran hat xistin û dû re wiha hat gotin:

Divê însanîyet vê yekê baş bizani be ku hêmane sereke ya ku li vê dinyayê ji însanan re hizûr û bextewarîya rastî  ji însanan re dibexşîne li doza Xwedê tabi’bûn e. Ji ber vê yekê Xwedê ji temamê qewman re pêxember şandiye û rêya rast nîşanî wan daye. Hz. Muhammedê ku pêxemberê dawî ye, xeleke dawî ya pêxebertîyê ye. Ew ê piştî wî pêxember neyên. Rêya rizgarîya însanetîyê ji bawerkirina Qur’ana Kerîm a ku jê re hatiye nazilkirin û ji tabi’bûna sinneta wî derbas dibe. Ji ber minasebeta Qandîla Mewlûdê peyamek weşand, di peyama ku hat weşandin de hat destnîşankirin bîranîn, fêmkirin û jiyana sunneta Hz. Muhammed her tim li ser temamê Mislimanan wezîfeyek e.

Em wek Ummeta Îslamê û him jî wek erdnigarîya Îslamê ji pêvajoyeke hesas derbas dibin.  Qêrîna Misliman û kesên ku li çar alîyê dinyayê zilm li wan tê kirin asimanê dilerzîne û dilan diêşîne. Pêdivîya Mislimanan  û ummeta Îslamê bi naskirina Hz. Muhammedê ku rêberê exlaq û edaletê ye heye.Ew însanê ezîz divê her wext di rojevê de be. Ji bo bê naskirin û zanîn hewl bê dayîn. Rizgarî û izzeta Mislimanên cîhanê  ji xwe bi rêya Hz. Muhammed girtinê û ji tesîskirina biratîya Îslamê derbas dibe.

Em ê di 19ê Mijdarê de salvegera wîladeta mibarek a Hz. Muhammed Mustafayê ku rizgakarê însanîyetê  û rêberê me  yê ku wek rahmet hatiye şandin cîhanê pîroz bikin;  em ê wek civakê camî û salonan dagirin û şeva xwe bi zikr û selewatan derbas bikin înşallah. Bi vê wesîlê ji ber ku Rebbê me nesîbê me kiriye em cardin bigihijin qendîleke din a mewlûdê jê re hemd û sena dikin.

Ji  ber minasebeta salvegera wîladeta mibarek a Resûlê Ekremê ku rêberê me yê ezîz e, em Qandîla Mewlûdê ya temamê alema Îslamê tebbrîk dikin û em ji Xwedê niyaz dikin hewldanên ku bo îhya û înşakirina însanîyetê tên dayîn bigihijin hedefên xwe. Em ji temamê Mislimanan tewsîye dikin ku bo hurmeta vê roja mibareke gelek zêde dia bikin û ji Xwedê re gelek zêde şikir bikin ku Xweda wan kiriye ji ummeta Pêxember.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.