Ji ‘Evîndarên Pêxember’ peyama spasîyê

Ji ‘Evîndarên Pêxember’ peyama spasîyê

Koordînatorîya Bajêr a Diyarbekirê ya Platforma Evîndarên Pêxember piştî bernameya mewlûdê ya ku li Diyarbekirê hat tertîpkirin re peyama spasîyê weşand.

Li Diyarbekirê ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve bi beşdarbûna bi sedhezaran kesan bernameya mewlûdê ya bi navê “Fêmkirina Hz. Muhammed û Tetbîqkirina Jiyana Wî” hat tertîpkirin. Koordînatorîya Bajêr a Diyarbekirê ya Platforma Evîndarên Pêxember piştî bernameya mewlûdê ya ku li Diyarbekirê hat tertîpkirin re peyama spasîyê weşand.

Di peyama ku hat weşandin de cî ha dayîn van îfadeyan:

“Diyarbekira ku di sala 639an vir ve dilê xwe ji Îslamê re vekiriye û li ser îstîqametê maye; piştî Mekke, Medîne û Qudsê ji bajarên girîng a medenîyeta Îslamê yek jî Diyarbekir e û DIyarbekirê vê yekê cardin nîşan daye. Bi vê wesîlê em ji wan kesên ku tevlî amadehîyan bernameya “Fêmkirina Hz. Muhammed û Tetbîqkirina Jiyana Wî” bûne û ji hemû kesên ku keda wan di amadekirina bernameyê de heye û ji kesên beşdarvan  re spas dikin.”

Di dawîya peyamê de hat destnîşankirin “Heta roja qiyametê Rebbê me, wan wargehên Îslamê ji şerê şeytan û hevalên wî mihafeze bike. Pîyên me li ser rêya evdîtîtîya jê re û li ser sunneta Pêxemberê xwe daîm û qaîm bigire.”(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.