Ji faciaya traktorê rondik û xeyal man

Ji faciaya traktorê rondik û xeyal man

Leyla Boza ku di qezaya li Sakaryayê de qîz û hevsera wê wefat kirin bi şikleke kelegirî diyar kir hevserê wê ji bo xaniya ku xeyala wî bû ava bike çûbû findiqan.

Weke ku dê bê bîran berî vê çend rojan li Hendeka navçeya Sakaryayê traktora karkerên findiqan qeza kiribû û di qezayê de tev de 7 kes jiyana xwe ji dest dabûn û 10 kes jî birîndar bûbûn. Piştî qezaya ku pêk hat digel xeberên mirina hizn û şîn û girî ket malan.

Hinke karker ji bo heqê nanê xwe derbixin, hinek ji bo ji malbata xwe re bibin destek, hinek ji bo xeyalên xwe temam bikin û hinek jî ji bo mesrefên xwe  yên perwerdehiyê derbixin çûbûn berhevkirina findiqan. Lê ji van karkerên ku tiştinan hêvî dikirin 7 karker bi qezaya ku pêk hat ji xewn û xeyalên xwe ji daxwaz û armancên xwe dûr ketin û hizn û şîn û girî kete mala wan.

Leyla Boza ku di qezayê de qîza wê ya bi navê Gulistan(18) û hevsera wê yê bi navê Faruk(38) jiyana xwe ji dest dan derheqê  mijarê de diyar kir ew ji bo wê xeyala çêkirina malê çûbûn berhevkirina findiqan.

Dê Leyla Boz di axavtina xwe ya ku kir de destnîşan kir di qezayê de 4 zarokên wê jî birîndar bûne û dû re wiha got: “Em poşman bûbûn, lê veger ji me re nebû nesîb. Em nizanibûn ev felaket dê were serê me, ger em zanibana em dê neçûbana. Em ji bo wê xeyala çêkirina malê yê zilamê min çûbûn berhevkirina findiqan. Xeyala avakirina malê ya zilamê min  nîvrê ma.

Çetîn Bozê ku birayê Faruq Boz e derheqê mijarê de diyar kir hetanî ku ew cenazê nedîtine bawer nekirine û tê îddîakirin ku di qezayê de îhmal heye,

Huseyîn Bozê ku pismamê Faruq Boz e jî derheqê mijarê de diyar kir bila şert û mercên xebatê yên karkarên zireatê bên başkirin.

Necat Bulut jî daxwaz kir bila ew kesên ku îhmala wan di qezayê de heye bên cezakirin.

Weke ku dê bê bîran berî vê çend rojan li Hendeka navçeya Sakaryayê traktora karkerên findiqan qeza kiribû û di qezayê de tev de 7 kes jiyana xwe ji dest dabûn û 10 kes jî birîndar bûbûn.(ÎLKHA)




















 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.