1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. “Ji FETO re alîkarî hat kirin da ku di temamê sazîyên dewletê de bi cî bibe”
“Ji FETO re alîkarî hat kirin da ku di temamê sazîyên dewletê de bi cî bibe”

“Ji FETO re alîkarî hat kirin da ku di temamê sazîyên dewletê de bi cî bibe”

Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Huseyîn Yilmazê li Xarpêtê beşdarî kongreya partîya xwe bû derbarê meseleyên di rojevê de nirxandinan kir û diyar kir ji FETO re alîkarî hat kirin da ku di temamê sazîyên dewletê de bi cî bibe.

A+A-

Kongreya 2yemîn a Bajêra Xarpêtê ya HUDA PARê bi beşdarbûna rayedarên partîyê û kesan hat tertîpkirin. Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Huseyîn Yilmazê li Xarpêtê beşdarî kongreya partîya xwe bû derbarê meseleyên di rojevê de nirxandinan kir û diyar kir ji FETO re alîkarî hat kirin da ku di temamê sazîyên dewletê de bi cî bibe.

“Ji FETO re alîkarî hat kirin da ku di temamê sazîyên dewletê de bi cî bibe”

Yilmaz di axavtina ku kir de diyar kir “niha îqtîdareke ku ketiye etr û derdê parastina îqtîdara xwe heye” û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Hikûmet niha gotineke dibêje ‘bo pêşîya partîya bê birîn hema temamê dek û dolaban tên kirin.’ Hikûmet xwe bi xwe jî qane kiriye ku ji vê gotina xwe bawer bike. Bo vê yekê hemû kes dikeve nav hevkarîyekê. Bo li îqtîdar di destên wan de bimîne bi FETO re hevkarî hat kirin. Ji FETO re alîkarî hat kirin da ku di temamê sazîyên dewletê de bi cî bibe. Dû re dema ku FETOyîst çav berdan îqtîdarê navbera wan xera bû û ew kesê ku jê re digotin xoce bû FETO.”

 “Di înşakirina dahatûya Îslamî ya civakê de ji HUDA PARê pê ve tu partîyeke din tuneye”

Yilmaz di berdewama axavtina xwe de diyar kir bes partîyek heye ku di her gava ku davêje de ji xwe re Îslamê referans digre ku ew jî HUDA PAR e û dû re wiha axivî: “ Hûn nenêrin rayedarên partîya îqtîdarê carê derdikevin û dibêjin  ‘em partîya dozê ne.” Dibe ku di serî pêşî de partîyeke dozê bûn, lê mixabin îro ne partîyeke dozê ne. Êdî bûne partîyeke ku hewil dide pergala heyî li ser piyan bigrin. Di înşakirina dahatûya Îslamî ya civakê de ji HUDA PARê  pê ve tu partîyeke din tuneye.”

 “Ev însan serîlêdanên xwe kirin,lê belê tu netîce bi dest nexistin”

Yilmaz di dawîya axavtina xwe de qala kesên ku mexdûrên 28ê Sibatê ne kir û dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: “ Wan rojên borî, wezîrê edaletê cardin got ‘Em mexdûrên 28ê Sibatê dizanin, bo van însanan rêya darizandina ji nû ve vekiriye.’ Ev însan ku mexdûrên 28ê Sibatê ne serîlêdanên xwe kirin,lê belê tu netîce bi dest nexistin. Çima hûn dizanin?  Lewra bi qerara ku hikûmetê wergirtiye dosyayên ku piştî sala 2012 pê ve bi encam bûne dikarin bên şandin mehkemeya makeqanûnê. Ji ber ku dosyayên van kesên ku mexdûrên 28ê Sibatê ne berî sala 2012an hatine binetîcekirin jê re rêya darizandina ji nû ve nayê vekirin.”

ÎLKHA












 

Bu haber toplam 574 defa okunmuştur

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.