Ji girtina xwendekara ku got “Ataturk ne Îlah e” re bertek hat nîşandan

Ji girtina xwendekara ku got “Ataturk ne Îlah e” re bertek hat nîşandan

Xwendekara bi navê Emîna Şahîn a ku li Edîrnê di dema merasîma 10ê Mijdarê de ji kesên ku li ser pîyan sekinîbûn re gotibû ‘Ev yek qiyam e’, bi zabitnameya îfadê ya ku ji teref polêsan ve hat amadekirin hat girtin.

Li Edîrnê di dema merasîma 10ê Mijdarê de xwendekara bi navê Emîne Şahîn ji ber ku gotibû ‘Ev yek qiyam e, Ataturk ne Îlah e, ji Xweda pê ve tu Îlah tune ye’  ji teref polêsan ve hat binçavkirin. Emîne Şahîn diyar kir ew bi  zabitnameya îfadê ya polêsan a ku ne îfadeya wê bi xwe ye ji teref mehkemê ve hat girtin. Ev bûyer di raya giştî de bû sedema bertek û reaksîyonan.

Şahîn diyar kir hinek gotinên di zabtnameya îfadê ya polêsan de ne aîdî wê ne û ew li wê qada ku lê merasîm dihat tertîpkirin ji tu kesî re heqaret nekiriye û bi dengeke bilind neqêrandîye.

Di van pêlên dawî de li Tirkîyê geşedanên mîna qerara Daniştayê “Sonda Xwendekaran”, daxwaza Parlementerê CHPê “Bila azana şerfî Tirkî bê xwendin” û binçavkirin û girtina xwedekara tipê ya ku bes ku got “Ataturk ne Îlah e” pirsa “Gelo Tirkîyê vedigere kodên Kemalîstan?” anî bîran

Binçavkirin û girtina xwendekara bi navê Emîna Şahîn a ku li Edîrnê di dema merasîma 10ê Mijdarê de ji kesên ku li ser pîyan sekinîbûn re gotibû ‘Ev yek qiyam e’ bi zabitnameya îfadê ya ku ji teref polêsan ve hat amadekirin hat girtin di raya giştî de bû sedema bertekên tund.

Bikarhenêrên medyaya civakî ji ser hastaga #Ji Xweda pê ve tu îlah tune ye ji neheqî û bêhiqûqîya ku hatiye kirin re bertek nîşan dan. Hinek ji wan bertekên xwe hatine nîşandan wisa ye:

Serokê Giştî yê Partîya Yekîtîya Mezin û Parlementerên Enqerê Mustafa Destîcî “ Ger li welêt kesek bes ji ber gotinên ‘Ataturk ne Îlah e, qanûnên Xwedê heye. Ataturk qanûnên Xerbê anî’ bê girtin wê demê êdî bes e. Divê demildest ji vê xeletîyê bê vegerîn. Divê milletê me neyê tahrîqkirin û ji sere nirx û bawerîya me ya hevpar cudakarî neyê kirin.”

Mustafa Armagan: “Gelo rayedarekî me tuneye ku li wê xwendekara ku li Edîrnê ji ber ku got ‘Ataturk ne Îlah e’ hat girtin bigere û jê lêborînê bixwaze?”

Saîd Şahînê Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê: “ Li erd û asîmanan ji Xweda pê ve tu Îlah tune ye. Dîrok aqûbeta fanî ya wan kesên ku îddîaya Îlahtîyê kirine û an jî ew kesên ku hatine îlahkirin qeyd kiriye.”

Recaî Yurdan: “Ji Xweda pê ve tu Îlah tune ye. Kemalîzm sef guhart. Kemalîzma muhafazakar şûna Kemalîzma laîk sekuler girt.”

Nivîskar Sabîha Ateş Alpat: “Bila Rebbê min şahid be ku ji bo min ji Xweda pê ve tu Îlah tune ye.”

Betul Ozsoy:  “Ew tiştê ku  jê re dibêjin azadîya ramanê wisa xuya dike ku ev e… Qîzeke ciwan a 21 salî ger ji ber ku gotiye Ataturk ne Îlah e hatibe girtin, kerem bikin me jî bigirin, em pêkve dibêjin #AtaturkneÎlah e.”

Serokbajarê Diyarbekirê yê HUDA PARê Osman Aktaş:  Ew kesên ku Ataturk ji xwe re Îlah hilbijartine bi wî re haşr bibin înşallah.  Ez dibêjim ji Xweda pê ve tu Îlah tune ye. Xweda min bi wan kesên ku dibêjin ji Xweda pê ve tu Îlah tune ye re haşr bike.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler