Ji Gumuşê Rêberê Cemaeta Hîzbûllah peyama 17ê Çile

Ji Gumuşê Rêberê Cemaeta Hîzbûllah peyama 17ê Çile

Rêberê Cemaeta Hîzbûllah Edîp Gumuş di 18emîn salvegera şehadeta damezrînerê Cemaet ê Huseyîn Velîoglû de peyamek weşand.

Rêberê Cemaeta Hîzbûllah Edîp Gumuş, bi sedem salvegera şehadeta rêberê damezrîner ê Cemaeta Hîzbûllah Huseyîn Velîoglû di 17ê Çileya 2000an de li Stenbolê di sergirtina malakê de hatibû şehîdkirin de peyamek weşand.  

Di peyamê de Ayeta Sûreya Alî Îmran ya 146an bi bîr xist û got : “Gelek ji pêxemberan hebûn ku komên pir digel wan ceng û herb kirin e. Êdî ji bela ku di rêka Xwedê da hatîye serê wan ew qet qels nebûne û reben jî nebûne. Xwedê jî ji sebirkêşan hez dike.” Gumuş piştî ayet bi bîr xist wiha got: “Em rêberê xwe yê şehîd bi rehmet bi bîr tînin! Îro 17ê Çileye, em 18emîn salvegera rêberê xwe bi rehmet bi bîr tinin. Di vê roja bi keder de em rêberê xwe yê şehîd bi rehmet bi bîr tînin. Em ji Xwedayê mezin djixwazin wî bi rehma xwe ya pir ef û mexfîret bike. Bi vê wesîleyê di serîde em ji malbatên şehîdên xwe, mihacirên xwe û endamên xwe yên di girtîngehê de em sebr û selametê dixwazim. 

“Rêberê me yê şehîhîd ji her cûreyên rehetî û îstîrhatê dûr ketibû û bi şev û roj ji bo vê sazîyê bi hêz bike dixebitî.

Gumuş di berdewama peyama xwe de wiha got: “Şehadet ne kêmasîye bîlakîs şehadet lutf û îhsane. Şehîd ji bo doza Îslamê hînî me bike xwe feda kir û çû bal Rebê xwe. Em jî wek dozvanên wan  ji bo em jî beşdarî kerwana wan ya pîroz bibin lazim e em jî bi dia û ji dil şehadetê daxwaz bikin. Dema ku ayeta ‘Bê guman emê barekî giran bidin te’ (Muzemmîl) nazîl bû Resûlê Xwedê wiha gotibû ‘Ji niha pê de rehetî ji min ra tineye. Rêberê me yê şehîd wek jîyana Resûlê Xweda baş fêm kirîye û ders jê stendîye wî jî ji bo bingeha vê cemaetê sazbike ji her cureyê rehetîye dûr ket û bi şev û roj ji bo vê Cemaeta Hîzbûllah bi hêz bike xebitî.”

Gumuş di berdewama peyama xwe da wiha got: “Divê mensûbên vê cemaetê jî helwestek wekî rêberê xwe yê şehîd nîşan bide û ji teralbûnê û ji betilbûnê dûrkevin. Divê em jî bi ezm û îrade ya xwe BI şiklekî hêz geştir bikin. Rêberê me yê Şehîd qet meylî dinyayê nekir û ji xeynî cemaetê jî tu mîrasek dinyayî nehişt. Xizmeta ji bo Îslam û Mislimanan qet ji qelbê wî derneket. Hemû xebatên wê ji bo daza wî bû.”

“Hesabê şeytanî yê hêzên bi quwet îro jî li ser umeta Îslamê dewam dike”

Gumuş wiha got: “Em ji Qurana Pîroz, ji suneta Pêxeberê xwe, ji eshabê kîran, ji selefê salîhîn û ji jîyana rêberê xwe vê dersê derdixin, Mislimana tu zemanî li malê dinyayê meyl nekirine. Hezkirina dinyayê nexistine pêşîya hezkirina Xeda, Resûlê wî û doza Îslamê. Çi zemanî Mislimana hezkirina dinyayê xistin pêşîya hezkirina Xeda, Resûlê wî û doza Îslamê, Misliman zeîf man û marûzî êrîşan bûn. Mixabin îro nexeşîya hezkirina malê dinyayê ketîye navbera temamê Mislimana û bê gûman em emareyê vê hezkirinê di birayên xwe de jî dibînin. Lazim e di vî warî de em hevdû îqaz bikin û bi bîra hev bixin. Hesabê şeytanî yê hêzên bi quwet îro jî li ser umeta Îslamê dewam dike . Ji bo nûra Xeda bitefîne li hember Mislimana komkujîyan rast dikin. Îro li hember tiştên tên serê Misliman heger Misliman berpisyarîyên xwe yên Îslamî bi bîr naxin ev kêmasîyeke, qusûre ke hetta ev zîlet e.” 

“Lazim e em dinya xwe ji bo doza xwe feda bikin”

Gumuş îfade kir ku lazim e Misliman dinyayê ji bo doza xwe feda bikin û wiha got: “Rêberê me yê şehîd ji bo malbata xwe zarokê xwe hevalên xwed û temamê zarokê Mislimana li gor doza Îslamê mezin bike xebitî. Armanca wî zarokê Milimana li gor Quran û sunetê terbîye bibin û bê perwerdekirin bû.

Îro di roja me de em dinerin hinek Misliman ehemiyeta hewceye nadin zarokên xwe. Birayên me yên armanca wan ferdên Misliman e, malbata Misliman e û civakek Misliman e lazime malbata xwe û zarokên xwe îxmal nekin û di nava civakê de malbatek mînak û Misliman wê çawa bê sazkirin bide nişandan. Divê temamê xuşkên me û birayên me di vî warî de ji hev re bibin alîkar û ji bo bi hevaldozên xwe û malbatên xwe re bi rûyekî sipî herin ba Xweda tev bixebitin û ji hev re bibin alîkar. Lazim e xuşk û birayên me daxwaza kufrê vala derxe û ji bo vê bi hêz û qûwet bixebitin. Hewceye em dinyayê ji bo doza xwe feda bikin û malbata xwe ji bo xizmeta Îslamî mihafeze bike xeyret bikin.

Gumûş wiha dawî lî peyama xwe anî: “Şehîdên me qendîlên li pêşîya me ronî dikirin e, lazim e em li emanetê wan xwedî derkevin û ev doza wan ji me re emanet hiştîye em jî li peyma xwe xwedî derkevin û li gor wê hereket bikin.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler