Ji teref HAMASê ji bo şehîdê Qudsê “Hasan Saklanan” daxuyanî hat belavkirin

Ji teref HAMASê ji bo şehîdê Qudsê “Hasan Saklanan” daxuyanî hat belavkirin

Endamê Biroya Sîyasî ya HAMASê Îzzettîn El-Rîşk, şehadeta Hasan Saklanan ku welatîyê Tirkîyeyê ye û li Qudsê ji teref hêzên rejîma îşxalker ve hatibû şehîdkirin pîroz kir.

Rîşk, destnîşan kir ku ummet nîşan daye ku ew yek in û xwedî dîrokekî ne.

Rîşk bibîr xist ku Misilmanên Ereb Amoriumê (Afyonkarahîsar) feth kirine û ev bajarê ji bin îşxala Bîzansê xelas kirine, “Li wê derê kevirên mezelên Erebên Xezzeyî, Qudsî û Helebî hene. Hebûna mezelên Ereban a li Çeneqqeleyêyê vê tiştê nîşan û îspat dike. Em ummetekî ku xwîna me yek e , dijminê me yek e nin; tehdîda hebûna sîyonîstan me hemûyan tehdît dike û divê em bi hemû îmkan û qabilîyetên xwe li hember vêya bisekinin.”

Rîşk, “Şehîd Hasan Saklananê Tirkîyeyê ku bi qehremanî şehîd ketîye, şehîdê Fîlîstînê, Xezzeyê, Qudsê û Mescîdî Eqsayê ye û li derdorê bajarê Qudsê û Beyta Meqdîs jîyana xwe bi şehadetî teslîm kirîye. Xwedê ji te razî be Hesen. Bila bi tevî Pêxemberan, Dostan, Şehîdan, Salihan û hevalên baş ji te re jî silav be.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.